September 2018

Nizar Yosif

Bajarên şînê
Canên şikestî
Ev dil ên zivistanê ne hiştî bi Biharê şa bibin
Di davikên pîrepinan de
Bê pirsiv mane
Li pey kefenên xwe dibezin
Neynik a çarparçe !

Derûniyên me
di parçeyên Tava xwe de şehitandin
Lê xuhdan a rastyariyê* ne şemirî.

Bîr ên dil ên me
Ji guvaşa giyan ê me tije bûn
Pel şewitîn
Pênivîs şikestin
Zevî ji lawan…

Konê Reş

Pîrik; Di nav me xelkên Beriya Mêrdînê de, ji wê jina ku bi temenê xwe mezin, xwedî serborî û zanîn di jihevxelaskirina jinên ducanî de (Pîrik) tê gotin. Anku ewa ku jinan diwelidîne.. Bi erebî jê re dibêjin Daye (داية), bi ingilîzî dibêjin (Midwife).
Nûra Keye pîrka bavê min (Pîrik bû). Jinên…

Cemşîd Bagokî

Keçekê bi navê Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava Fakulteya Wêje/ Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor Konê Reş û berhemên wî bi navê: (Min Konê Reş Evîndarekî Welat Dît/ كونى ره ش عاشقاً للوطن), amade kiriye ji zanîngehê re..
Semîra Mistefa di pêşgotina teza xwe de li dor bijartina xwe…

Bavê Zozanê

Qapût çîroka Nikolay Gogol e, ku di dawiya sala 1841yê de bi dawî bûye. Bi rastî vê çîroka kin cîhan tev hejand, ku wisa bi zelalî dûrî romansiyetê civata Rûsî serhevde û vekolîn û wêne kir.
Berevajî şêweyê wê demê, Gogol karîbû ser jiyana rojane ya perîşanan bi herî hûrikî bisekine, wisa jî ser xewnên…

Nîzar Qebbanî
Wergerandin ji Erebî: Cankurd

Nîzar Qebbanî (1923 Şam – 1999 London)
[Sala 1944 li Şamê zagon xwendiye û ketiye nav karê diplomasî, û bi wê rêkê li gelek welat û bajaran geriyaye, cîhan naskiriye. Di Bihara 1944ê da dev ji karê diplomasî berdaye û li Beyrûtê (Libnanê) belavxaneyek li ser navê sala 1966ê vekiriye û xwe…

Hejmara 73 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin . Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Folklor û Helbestan jî bixwînin . Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin .
Naveroka hejmarê:
Nivîsara sereke:
– Jin û pirsa wêjeyê (4)… Mizgîn Hesko

Nerîn û…

Gurgan ELHAC
Behar lêde Behar lêde
Dilê xemgîn keser pê de
Bi tîr lêde bi dar lêde
Bibê nanik tenûrê de

***
Behar lêde Behar lêde
Bişewtî dil di dûjê de
Evîna wî li ber bê de
Bixişqî wî di erdê de
Bigindrî di Kelhê de
***
Behar lêde Behar lêde
Rawestî wî di heddê de
Esîr bik wî di…

Konê Reş

Li gor min, nivîsandin mereqe. Di destpêkê de divê mirovê nivîskar serwext û zana be, bê zanîbûn nabe.. Wek ku hûn tev dizanin pirtûkxaneya Kurdî di destpêka avakirina xwe de ye, anku feqîr û lawaz e. Serwextî û zanîbûna me, ji zimanên din, wek Erebî, Farisî û Tirkî, kom bûye..
Sebaretî min,…

Xizan Șîlan

westîbûna hilmgirtî
ji ser tenêtiya rojên min rakin
bêdengiya çavên kelegirî
qêrîna jankêş
gewriya tevizî bi dilopek şadî
şên bikin

ez
li avhewaya giyanê tazî
bareşekî bênasname me
birînên kezebê
bi melhema eşqê mizdidim
di deryaya bêbinî de
bi masiyên serxweş re dikevim
pêşbaziyê
refên qulingan
ber bi berxwedana çiyayên azad ve
difirînim
werin
bi zimanê muzîkê
tevna helbesta min bi min re
bihûnin
li pêşberî firtoneya qûmê
çira hêviyên aso vêxin
kirasê…

Konê Reş

Di wî heyamê zaroktiyê de jî, xwarina her malekê di gund de li ser agirê tifika ku di hundirê malê de hebû, dihat çêkirin. Di her malekê de tifik hebû. Ew tifik di qorzîkek hêwana malê de bû. Di ser re, bixêrîk ber bi jor ve dirêj dibû, agir di tifêkê de dihat…