Ji Evîna Rojên Kevin: Tifik, Bixêrîk û Ardiwê Malê

Konê Reş

  Di wî heyamê zaroktiyê de jî, xwarina her malekê di gund de li ser agirê tifika ku di hundirê malê de hebû, dihat çêkirin. Di her malekê de tifik hebû. Ew tifik di qorzîkek hêwana malê de bû. Di ser re, bixêrîk ber bi jor ve dirêj dibû, agir di tifêkê de dihat dadan û dûyê wê di bixêrîkê re bi ser xanî diket.. Li ser xanî, nîvcerek li ser devê bixêrîkê dihat danîn, dûyê tifkê têre ber bi asman re bilind dibû.. Tev xwarinên malê li ser wê tifikê dihatin çêkirin, hem jî hundirê malê bi tîna wî agirê tifikê dihat gerimkirin.. Zivistanan xelkên malê li dor wê tifikê rûdiniştin, dibûn xelek û xwe bi tîna agirê wê gerim dikirin..

  Ardiwê tifikê bêtir tepik bûn, digel bişkulên sewalan yên ziwa û eger êzing û qurmên dara an şax û paxên mêwên tirî yên ziwa hebana, ew jî ji agirê tifikê re bikar tanîn.. Belê her ardiwê tifikê bêtir tepik bûn.
  Sebaretî tepikan û ardiwê tifikê; di havînê de keç û jinên her malekê ardiwê xwe yê zivistanî ji tepikan amade dikirin. Ew tepik ji pîsiyê sewala, dewara û hin qirş û qalan çêdikirin. Keç û jinan ew pîsî ji mexelên pez û ser bênderan kom dikirin, li cihekî taybet têkilî hev dikirin û baş bi lingên xwe distran, paşê ji wê ceblê, bi tareke bêjingê an bi destan qalib dikirin, ta ku formek gulover distandin, ew form navê (TEPIK)ê lê dihat kirin. Ew tepik li ber tava rokê dihiştin ta ku ziwa dibûn, ji nû ve rêz bi rêz li ser hev datanîn, dibûn wek koxikekê, ji wê koxika tepikan re (KOZÎDAN) dihat gotin. Dora gundê me tije kozîdan bûn.
  Di orta payîzê de, berî ku payîzxêr biketa û baran bibarya, xwediyên wan kozîdanan tepikên kozîdanên xwe ji ser bênderan dikişandin cihekî bi sitar, ji tirsa baranê û şilbûnê. Di zivistanî de ew tepik ji bo agirê tifikên xwe bikar tanîn. Digel ku gelek caran jî nanê sêlê, li ser sêla ku li ser sê kuçan dihat danîn û bi agirê qirş û qalan, nanê xwe dipijandin, savarê xwe jî di niqrîkê de, li ser sê kuçan bi agirê dar û berên hişk dikelandin..

  Vê paşiyê paporên (Prîmos) derketin. Ew papor li ser donê gazê û pifdanê vêdiketin. Bi derketina paporan re hin bi hin tifik û bixêrîk ji malan hatin hilanîn û kozîdan ji ser bênderên gund nebedî bûn.

Qamişlo, 5/9/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…