March 2018

Nizar Yosif

Tu bar dike
Te ji kaniyên çavan
Ji cuhkên çanan gelek vexwar
Şahî weke hercar pêçandî nixumandin
Hemî çekên xwe yên zinger girtî
Hemî kujerên harbûyîn

Bi kef a lixafan ve
Te bi me serpêhatî kirin
Sal a nû bê heşînayî
Weke salên kevnar bê oxir bî
Kêferat a me jî bi mertalên rizî
Ber negirt
Em dibin piştiyên kulan de xoz bîn
Keriyên me
Hîna…

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Xatirxwastin ji Efrînê
Wek ya Mem û Siyabend e
Ku li dû Zînê û Xecê
Bi tîra jan û hesretan
Kezeba wan tê hingaftin!

Malavayî ji Efrînê
Wek nêrgizên sêwiyan in
Ku landika dilgiran da
Bi hezar lava û daxwaz
Pey dê, bavan têne hîştin!

Xatirxwazî ji zeytûnan
Mîna poşiya giyan e
Ku li ser darên diriyan
Bi destê Zambiyên xwînrêj
Kaş bibe, ware daxistin!

Malavayî…

Îro, Pencşem 22. 03. 2013 ji bo Efrînê hevdîtinek di avahiya perlemanê îyaleta Niedersachsen a Elmanya de,li gel şandeke perlemanterên partiya Kesk a Elmanya, hat girêdan.
Ji hêla partiya Kesk de ev kesan beşdarên hevdîtinê bûn:
Istêfan Korner. Serokê Partiya Kesk ê îyaleta Niedersachsen.
Anya Pîl. Seroka gurûpa partiya Kesk di perlemana îyaleta Niedersachsen de.
Kirîstiyan Mayer. Cîgirê…

RENGVEDANA DÎROKA KURDÎ DI HELBESTÊN CEGERXWÎN DE Pirtûkeke nû hate weşandin (342 rûpel), nıvîskar Ibrahîm Ibrahîm weha dibêje:
Di rojhilata navin de kurd di her warî de ne kêmî miletên derdora xwe ne. Hebûna wan di hemî serdemên dîrokî de (kevin, navîn, nûjen û nûdem) berbiçav e. Pêkhateyên wan ên siyasî u çandî di dîrokê de…

Lewend Dalînî

Sibeh bû mamoste Brahîm Mehmûd xwest em herin seredana mamoste Brahîm ê Ûsiv bikin…
Di rê de me li deryê mamoste Mihemed ê Seid Hisên da, lê mixabin ne li mal bû?…
Min texmîn dikir kû emê derbasbin weke her car oda rewșenbîrekî? Kû pirtûk, qezete, destnivîs li hemû alîyan belawela ne û li ser hemû…

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Hezaran zeytûn kok birîn
Dîsa jî şitil hêşîn bûn

Hezaran çinar ser birîn
Cardin çiqilan şax vedan

Hezaran bîr miçiqandin
Dîsa kaniyan bilqvedan

Hezaran rê û dirb birîn
Cardin şiverê peyda bûn

Hezaran gund wêran kirin
Dîsa tax û kuçe şên bûn

Hezaran kes zindan kirin
Cardin Mezlûman berxwedan

Hezaran Ker, Kulik kuştin
Dîsa Dewrêşan ser hildan

Hezaran kes winda kirin
Cardin ew zatan nemir man

Hezaran…

Konê Reş

Bi helkeftina ku di roja 14/3/2018 an de (115) sal di ser rojbûna Barzaniyê nemir derbas dibe, nizanim çi bibêjim..?! Çiko ew ji pesinê min mezintir e..
Tiştê ku ez zanim û bîr û baweriya min pê tê ev e: Barzanî semyanekî semboliye ji netew û niştimaniya kurdî re, ji ramanên kurdî yên pêşverû…

Zagros osman

Li seranserê Cîhanê Mirovên Dewletê an Serokên Partiyan an Kesayetiyên Siyasî kar û xebatê bo Milet û Dewleta xwe dikin û bo vê yekê berjewendiyên xweyî teybet dikin biqurbana Miletê xwe.
Em wek Kurd li Serokê Turkiya Erdogan dimeyzînin mîna Tewanbarekî Tîrorîst û Faşîst, çiko ew ne tenê berovajî berjewendiyên Netewa Kurd kar dike…

Nizar Yosif

Gelo te yê çi liser kambaxa çiyayê kurmênc bixwenda ?

Belê eve em di meha didoyan re,di nava golên xwînê re, li ber koserên bi serê xwedanan de ruxandî,li ser çendekên goriyan re derbas dibin. Di nava talan û wêrankirin û palûtebirin a xêr û bêrên sirûşt a Behişta herêma mêrxasan,çiyayê kurmênc.Kurdax herêma sinbêl gijan…

Konê Reş

Bi vê helkeftê ku di roja 9/3/2018an de (29) sal di ser koçkirina Mihemed Şêxo derbas dibe, bi min xweş e ku ez rola Mihemed Şêxo di parastina ziman û pêşxitina muzîka kurdî de diyar bikim. Bêguman rola Mihemed Şêxo di parastina zimanê kurdî û pêşxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî…