Ji bîranînên min ê 12 ê Adarê 2004 an

Lewend Dalînî

Sibeh bû mamoste Brahîm Mehmûd xwest em herin seredana mamoste Brahîm ê Ûsiv bikin…
Di rê de me li deryê mamoste Mihemed ê Seid Hisên da, lê mixabin ne li mal bû?…
Min texmîn dikir kû emê derbasbin weke her car oda rewșenbîrekî? Kû pirtûk, qezete, destnivîs li hemû alîyan belawela ne û li ser hemû refikan û pencera oda wî a axî kû bêhna jiyanê jê dihate barandin, emê bibînin, û peyre û di ber vexwarina qedeheke çaya Kurmacî, hinekî emê guft û goyan li ser bûyerên 12 ê Adarê bikin?……

Lê bi derbasbûna mere ez di cihê xwe de mat maî mam û bêhnikekê wilo ez bê deng mame rawestî!?.. Bi bawerî ew odeya kû weke a ECANSA deng û basan bû kû mamoste Brahîm û xortên xwe û hevalên wan, bê rawestan weke mêșa hingiv kar û xebat di agahdarkirin û belavkirina bûyerên serhildana Qamișlo, kêlî bi kêlî dikirin tevlî kêmbûna alavên way teknîkî jî?….
Di wê kêlîyê de, û tevlî șîna pakrewanan di dil de jî, lê șahîyek kete kûraya dilê min de û min hewl da kû gotinek spasî yê di derheqa xebata vê mala welatparêz de bibêjim, lê mixabin di wê kêlîka kû dil û canê min di heyecaneke gran de dijîn, alî karî neda!?
Temenekî drêj ez ji maoste Brahîm, xortên wî û hevalên wan re dixwazim.
14ê Adarê 2018, Elmanîya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…