Di 29 Saliya Koçkirina Mihemed Şêxo de, rola wî di parastina ziman û pêşxitina muzîka Kurdî de

Konê Reş

  Bi vê helkeftê ku di roja 9/3/2018an de (29) sal di ser koçkirina Mihemed Şêxo derbas dibe, bi min xweş e ku ez rola Mihemed Şêxo di parastina ziman û pêşxitina muzîka kurdî de diyar bikim. Bêguman rola Mihemed Şêxo di parastina zimanê kurdî û pêşxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî jî wek nifşên pêşiya xwe; Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz zimanê kurdî parast û stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê rizgarkir, pêşde bir, bi awazên nû xemiland û bi guhdaran şêrîn kir.. Erê bi rêka wî jî, stran û muzîka kurdî, derbasî qunaxeke nû bû. Tevî temenê wî yê kurt (41sal), wî karîbû bi rêka muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, şêraniya zimanê kurdî bi rêka awazên xwe yên nû belav bike û xwe di her çar perçeyên Kurdistanê de bide naskirin..
 Ji rexekî din ve, wî karîbû bi rêka stranên xwe, di wî heyamê xerab de, di navbera salên1970-1989an de, hestê netewî kurdî di nav kurmacîaxêfan de belav bike. Ew salên çetîn û dijwar di jiyana kurdan de. Salên ku gelek bobelatên seyr hatin serê Kurdan, wek anîna ereban nav kurdên Binxetê di sala 1974an de, Derba Everîn di 12 êlûna 1980 î de, qirkirina Barzaniyan di sala 1983an de, Enfal û Helebçe di sala1988an de û wiha ta bi mirna wî di sala 1989 an de.. Ji ber ku ew ji xwe piştrast bû û xwedî nameyeke netewî bû, xwedî helwesteke Kurdistanî bû.. Wî bi mêranî û cegerdarî stranên xwe digotin.. Û bi bawerî û dûrdîtinî gotinên stranên xwe dibijartin û wiha helbestên gelek helbestvanên netewî, ku bi kêf û şahiyên gelê xwe re dikeniyan û bi êş, birîn û derdên gelê xwe re digiryan, kirin stran.. Di baweriya min de ji ber vê yekê û ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd jî hezê kir û stranên wî bûn wek dermanê birînê ji birîndarên welat re û her wiha ji evîndaran re jî..
 Di sala 1965 an de, dema ku ez di sinifê heftan de bûm, hunermend Mihemed Şêxo jî di eynî dibistana Elerûba de dixwend û her wiha hunermend Aramê Dîkran jî. Hingê destpêka Mihemed Şêxo û lêdana tembûrê bû. Lê Aramê Dîkran hem bi temenê xwe û hem bi hunermendiya xwe jê mezintir bû û di nav xelkên Qamişlo de naskirî bû. Wî ahengên dîlan û şevbuhêrkên xelkên Qamişlo xweş dikir.. Lê Mihemed Şêxo nû dabû ser rê.. Gelek caran Aram û Mihemed Şêxo di hewşa dibistanê de qerfên xwe bi hev dikirin.. Carekê ji bo berçavka Mihemed Şêxo her yekî ji me qutabiyên dibistanê 5 qirûş an 10 qirûş, wek alîkarî ji bo berçavka wî dane hev.. Di sala 1966 an gelek ji hevalên me yên Ermenî di gel malbatên xwe çûn Hayistanê. Di wê salê de Aram jî di nav wan de ji Qamişlo barkir û çû Armenistanê..Yezdanê dilovan herduyan; Mihemed Şêxo û Aramê Dîkran bi dilovaniya xwe şad bike.
 Konê Reş, Qamişlo, 08.03.2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…