November 2017

Merwan Berekat

Di nav lêvên şevê de
helbesteke windayî
mûzîkeke jibîrkirî
bûn xweşawaz
lê ne mîna dengê te

Gurzek ba
sureke finckirî
di nav rîşiyên baranê de
bûn ramûsanek
lê ne mîna
yên ji lêvên te
Di paşela berbangê de
gelawêjeke keçane
stêrkine fedok
bûn dîlana sipîbûnê
lê ne mîna sîngê te
Kulîlkên yasemînê
qurnefîlên çolane
bûn gulavzê
lê ne mîna
ya hevdeyên porê te
Di nav giriyê ewran de
ji…

Konê Reş

Doh, piştî ku min ev pirtûka bedew, bi navê “Xwendin li Deverên Azadkirî Yên Badînan di Navbera Salên (1961-1975)ê de” ya ku mamoste Mihemed Mela Hemdî ji Duhokê ji min re şandiye xwend, bi van kurte gotinan dikarim pirtûka wî binirixînim:
Mamoste Mihemed Mela Hemdî, bi vê pirtûkê xwe, ronahî berdaye ser perwerde…

Nizar Yosif

Havîne
Dibin kol* a bendemanê de
Tav dilopan ji cênîkan dipekîne
Tebax hîviyên lezgîn
Di hundir de dikelîne
Zarok bi siha kawîşeyan* re ditevizin.

Bendewara malxwê
Ji amadekariya civanê re
Di lorîne
Gewrî ji îskên kesran dixetime
Rondik û îsk janên dûrbînê di nermijînin
Evîn a ku rêncber dişûn de honandî
Bi şox a xwe sîm dike
Kelbûna hestan dipijîne
Dike yê razanê…



Rêzan Mustafa

Li rê qetand sol û pêlav
Rojê hezaran gav bi gav
Diavêje deng daye nav
Geregundê ji dê û bav

Geregundê hejmart-pîva
Rêk û peyarêkên şeva
Teman borand der û li va
Bi ev tevger, bi ev liva

Liva karê wê giran e
Derd û kul tev li cîran e
Bi vê dem jî li dêran e
Geregundê li cîran e

Ne dawiya peyva wan tê
Wek…

Şêrzad Zeynelabidîn

Evro bi erebî , me nahêt helbest
Ji bo te yarê , kurdî ye elqest
Da bikem behsê , vê nazenînê
Evê Sitî yê , Leyla û Zînê

Çawa li pawîz ê , şeva min geşkir
Çavê neyara , wê tijî heş kir
Stêra dibînim , pirşeng û geş tir
Tama jiyanê , sed cara xweş tir
Şev li min kire…

Konê Reş
Ji bo xatirê xanima hêja Gilberte Favre Zaza, kebaniya Dr. Nûreddîn Zaza û wefadariya wê ji zilamê wê Dr. Nûreddîn re, min careke din da ser şopa Dr. Nûreddîn Zaza.. Ev lehengê kurd yê ku ez wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim, ta niha kurdan ew mafê wî yê ku tê xwestin lê venegerandiye.. Sed…

Konê Reş
Min zaroktiyek zor çetin, hişk, gincirî û serberdayî, wek piraniya zarokên nifşê xwe, di nav toz û tirabêlka gund de derbas kir.. Di bin tirs, şîret û berwerdeya bav, dê û herdû pîrikên xwe de, min rojên xwe derbas dikirin.. (Pîrka min Sara an (Osena Nirsîsyan) ya ku bi koka xwe Ermenî bû…

Xizan Şîlan
şîn û şahiya temenli ser hestên hinava şewitî nîgar dikimtîra bêbextiyê ji kevana xwe pekîû di kezeba şadiyên min re çû xwarê

kulîlkên qedera çilmisî dîsa li ser axa tirba min şîn dibintûrikê kul û kederên jiyana fanîli ser pêlên rûbarên mirina ebedîdadiweşînimbi saya xweşbînî û kamilbûna xwesifreya ilmê exleqa duristli ber herkesî radiximfanûsa dilê birîndarli nav şewqa eşqa îlahî…

Konê Reş/ Qamişlo

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û
welatparêzên kurdan yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin di nav gelê kurd de
û bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê
dermankirina xelkê Cizîrê de, wî ji tevan bêtir tilivên xwe li ser cihê…

Mislim Şêx
Hesen


Li sala1916 an Kurdistan bi awakî gelekî bi mebest di navbera
çar welatan de hat dabeşkirine, mebesteke wan jê ew bû, ku pirsa kurdî bibe
pirsgirêk û nakokiyeke azirî ji gelên Rojhilata Navîn re, careserî zû bi zû jê
re peyda nebe û karibin jî bi dirêjtirîn dem ji samanên kurdistanê wek
sotemenî, av û HWD sûdê wergirin….