August 2017

Konê Reş

Îro, (09.08.2017), 45 sal di ser koçkirina
helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xweş e ku ez helbestvaniya wî
ji hunandina helebesta kurdî a nûjen re diyar bikim. Di sala 1936an de Qedrî
Can helbesta xwe (Reya Taze) nivîsiye. Ev helbest (Reya Taze), helbesta pêşiye
di dîroka helbesta kurdî a nûjen de. Ev helbest û sala…

HOŞENG OSÊ

Tiştekî gelek nebaş li cem hemû partiyên Kurdan: PDK,
YNK, PKK… hwd heye ku salveger û rojên xwe yên partîtî, dikin roj û cejnên
netewî û li ser Kurd û Kurdistanê ferz dikin!. Ev diyarde, rêjeya wê, li cem
PKKê ji hemû partiyên din yên Kurdan bêtir e, lê hemû partî, di vê nexweşiyê
de, hevbeş û şirîk…

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Berî ku behsa naveroka gotar û peyama xwe bikim, dixwazim behsa yek
ji amrazên serxwebûn û demokrasiyê bikim ku ew jî referendum e. Li vî warî de
ji ber ku serbixweyî û azadî mafê hemû takekî vê cîhanê ye, hewl didim gotara
xwe bi awayekî dabirêjim ku bikarim pêşkêşî hemû çîn û tûwêjan…

Konê Reş

Bejnê! Gelo xak bi kê
dimîne?! Tê bibêje; bi akinciyan.. Kî darên Berû û Çinarê di pala çiyayên
Kurdistanê de diçîne?! Tê bibêje; welatiyên hezxak.. Wê kî ala serxwebûna
Kurdistanê di roja 25ê ilona 2017an de bilind bike, tê bibêje; welatiyên
kurdperwer, rûmrtdar, dilsoz û wefadar.. Belê, rast e û bela xêrnexwazên welatê
min bibin rewrewk..

Bejnê! Her…

Dr.Zara Salih
Taveheyv e Bayê hînik e Dengek ji dûr tê Lihev vedgere Dahol e……

Govend zû geriya Bê serî û binî Tev semayê dikin Bê dawet û mitirb Tenê deng bihîstin Camcamk û dîlan…
Sîpe û xortan Hemû girtne hev Kesek nizane Ma sedem çiye…
Ji du aliya tê Dengê daholan tevlîhev Êdî bû pevçûn Her yek dixwaze Hejandina Milan Li gor vedana deng …
Êdî nema deng Lê heman ser germ Hîn jî pevçûnePiştî dîlanê..
Ev halê me…

Dr.
Ehmed Xelîl

Werger:
Heyder Omer


Dîrokzan Şeref Xan Bedlîsî
Helsengîna gelemper
Şeref Xan di pirtûka xwe Şerefnameyê
de cefayên giran dane, da li gor nîrên serdema xwe û yên Kurdistanê wê demê, ramana
netewî Kurdistanî damezirîne, ev yeka jî bê guman destkeftineke nirxdar e. lê hin caran
çewtiyine sivik li bal wî diyar bûne, wek ku di pirtûka xwe de cih dide hinek
vebêjeyên,…

Konê Reş

Di destpêka salên 1960î de,
heyamê ku Cemal Abdulnasir serokê Sûriyê û Misrê bû, temenê min dor neh-deh salî
bû. Di wan çend salan de baran li Cizîrê nedibariya.. Dexil û zevî hişk diman û
xizaniyek zor konê xwe di ser gundê min û tev gundên Beriya Mêrdînê re
vegirtibû.. Hin mal di gund de hebûn, nanê…