Ji Evîna Rojên Kevin Li Qazîmaziyan rast dihatim

Konê Reş
 
  Di destpêka salên 1960î de,
heyamê ku Cemal Abdulnasir serokê Sûriyê û Misrê bû, temenê min dor neh-deh salî
bû. Di wan çend salan de baran li Cizîrê nedibariya.. Dexil û zevî hişk diman û
xizaniyek zor konê xwe di ser gundê min û tev gundên Beriya Mêrdînê re
vegirtibû.. Hin mal di gund de hebûn, nanê cehî dixwarin.. Sako û kirasê hin
zarok û zilaman pînekirî bûn, hin bê pêlav bûn; di germa havînê û serma
zivistanê de pêxwas dimeşiyan û pêlavên hina jî pînekirî bûn..!
Min Çarox jî di lingê hinan de didît.. Tu dikarî bibêje ku Otomobîl nebûn, gundiyan ervanê nanê xwe bi erebeyên dewaran an li ser pişta ker, bergîl û qantiran dibirin aşên Amûdê an Hilêliyê an aşê mala Qoç li gundê Topiz, dihêran. Bi berbanga sibehê re diçûn, derangî şevê dizîvirîn..
  Salên ku baran baş ba, di werzê çinîna zeviyan de zilam ji Serxetê (Çiyayê Omeriya û Tora Mihelmiya) bi qaçaxî dadiketin Binxetê, di gundên Beriya Mêrdînê de palevaniya dexlan dikirin. Piştî ku paleyî xelas dibû careke din bi qaçaxî dizîvirîn welatê xwe. Hingî derbasbûna sînor – di navbera Serxet û Binxetê de – ne wiha asê û dijwar bû.
  Çinîna dexlan bi das û qeynaxa bû. Ji bo çinîna zeviyekî deh-duwazdeh palevanî rêz dibûn, sermelekê palevaniya serê rêza wan digirt û dest bi berê xwe û çinîna zevî dikirin. Gelek caran sermelekê wan di ber paleyê re stran digotin, palevanya jî lê vedigerand, wek nimûne ev stran:
Êvar e xweş êvar e
Sî daket ser zinar e
Êvar e ne sibe ye
Sî daket ber derge ye
Malno! Li bextê te me
Me berde wextê me ye
Êvar e ne nîv roj e
Sî daketiye ber roj e
Êvar e kevra sî da
Navbêna memka xwê da
Malno! Li bextê te me
Me berde hê li me roj e..
  Gotinên strana sermelekê palevaniya bi liv û şingîniya dasên palevaniya re dihat hunandin û wek sîmfoniyek (Symphony) xweş deng vedida.. Hingê min av di cewdikekî de li ser pişta kerê ji wan re dibir û bi zerikekê li wan belav dikir.. Pêre jî min li wan temaşe û guhdariya stranan dikir..
  Car caran jî, di nav wan dexl, frieze, şûv û zeviyan de bi hevalekî xwe re li hêlînên çûkan digeriyam, geh min hêk di wan hêlînan de didîtin û geh çêlîkên çûkan û gelek caran li Qazîmaziyan rast dihatim..
Ezbenî! Çîrok dirêj e..
Konê Reş, Qamişlo 01/08/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…