Qedrî Can û Mîrîtiya wî ji Helbesta Kurdî a Nûjen re

Konê Reş
 
Îro, (09.08.2017), 45 sal di ser koçkirina
helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xweş e ku ez helbestvaniya wî
ji hunandina helebesta kurdî a nûjen re diyar bikim. Di sala 1936an de Qedrî
Can helbesta xwe (Reya Taze) nivîsiye. Ev helbest (Reya Taze), helbesta pêşiye
di dîroka helbesta kurdî a nûjen de. Ev helbest û sala ku têde hatiye
nivîsandin 1936 bûye qonaxek di toreya Kurdî de, bûye pirek di navbera helbesta
kurdî a kilasîk û nûjen de, anku di navbera kevin û nû de.. Di pey wî re bi dor
10 salan helbestvana ereb Nazik Elmelaîke û Bedir Şakir Elseyab û hin din ji
helbestvanên ereban dest bi hunandina helbesta
nûjen kirine…
Di baweriya min de, hêjaye em navê mîrê helbesta kurdî a nûjen di nav kurmancîaxêvan de lê bikin.. Fermo çend perçeyan jê bixwînin: 
Ew perdeya reş tarî,
Ko ji şevên reş diyarî,
Min… 
Ji rûyê xwe kişand..
Li ber çavê xwe çirand..
Û avêt.. 
Avêt paş sed çiyayî..
Nava hezar deryay..
Min, gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh şûş;
Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuşt..
* * *
Ew zingara di mejî,
Ko mejyê min dimijî
Min.. ..
Bi kêrikê xeritand
Û bi agir şewitand
Û paqijkir… 
Paqij kir jê serê xwe
Min avêt ji derê xwe..
* * *
Êdî… …
Bi dîtina xwe,
Û bi bihîstina xwe..
Bi vîna xwe û bi mejî
Bi rêve-çûna xwe jî
Ez bûm însanekî nû, piresteşê olek nû,
Û di bajarê dil de min ava kir holek nû..
Qedrî Can

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê…

Ezîz Xemcivîn
Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê…

Di vê rojê de, dema ku em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em di Kampanyaya Azadî de tekezî li ser statûya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya çandî ya gelê Kurd dikin û weke pireke ku nifşan bi hev ve girê dide û bîranîna têkoşîneke dirêj a rûmet, naskirin û azadiyê di…

Tengezar Marînî

Bi vê boneyê fermon ev nivîs:

Roja Zimanê Kurdî: Nîşaneke geş a berxwedana wêjeyî.

Dîrokek di salnameyê de ku ji hejmarekê pir wêdetir e – Roja Zimanê Kurdî mîna stêrkekê di tariya jibîrkirinê de dibiriqe. Ew nîşaneke bihêz a berxwedana çandî ye, bîranîneke bêdeng a tirs…