November 2016


Cankurd
19.11.2016


Iro, herdu pirtûkên helbestê, yên
hunermendê helbestvan, kak Nîzar Yûsif, wekî dîyarî hatin ji min re û ji ber vê
yekê, ez ji xwe ra wekî histobarî dizanim, li ser wan tiştekî bibêjim, tevî ku
min ji dostê hêja re, bi telefonê malavayî anî zimên û min ji wî re serkeftineke
hîn mestir hîvî kir, ji ber ku…

Konê Reş

Ezbenî! Ji dema ku çemê Ceqceq miçiqîye,
zeviyan xatir ji me xwestine û di kolanên Qamişlo re derketine.. Ji wê demê ve
Ezbenî ewa koçer sermê û germê li xwe dike.. Dêmên dayikan li ber rivîna agirê
tenûrê diqemire.. Erê ji wê hingê ezbenî sozên me li darin..
Belê ezbenî em herdû- ez û dem- li…

Konê Reş
Bi min xweş e ku ez bi
van çend gotinan baweriyên xwe derbarî Salihê Kevirbirî û nivîskariya wî a bi
zimanê kurdî bînim ziman û dewla xwe di ava bîra wî de dakim.
Salihê Kevirbirî, evê ku ez wî ji berî 20
salan ve nas dikim, wek evîndarekî ziman û rewşenbîriya kurd a resen kar dike..
Ez nivîsên wî…

Zahra ramadan

NAÎRÎ(BZ1200-900)
Piştî hilweşîna dewleta Hurî Mîtanî li ser axa
berfireh avê dewletê konfederasyona eşîran bi navê Naîrî xwe bi rêk dixe.
Welatê Naîriyan, ji başûrê Gola Wanê, raserî Geliyê Botanê ku dikeve devera
Zêya Mezin yanî ji Cizîra îro heta bi Şemzînan ku ev devera wekî nîveka
Kurdistanê tê zanîn, li xwe digire .Li vê heremê newalên pehn û…

Ereb Horê

Dengekî nazik,
Bibihîzim…
Gizgizok û lerz,
Giyanê min,
Tavêjin ser deydika,
Şîmijekî dilsoj û bendewarê,

sîngê gezo
Nêrîneke
Bi hez raberî
Min bê,
Bilind heltêm,
Di ser ewran re
Hînî fira bê bask
Dibim û li hemû,
Dildaran dibim,
Mêvan
Peşedaneke,
Kûr ji sîngeke şad,
Were der
Min tavêje
Ser pêlên derya
Dikevim xeweke
Nerm û şêrîn û
Şevên min…

Şepal Hêvo

Zarokên ku di nivîsên me
de pêrgî hev tên ew tovên êşê ne, min û te bi yek dilî ew xewn hembêz
kirin.Dergehê mala we dergehê mala min
bû,û hîn jî ew dergeh di buhurên bîranên min de vekirî weke dilê te dimîne.Tê
gotin ku bi tenê Evîndar nameyan ji hev re dinivîsînin, lê ez ê li vir…

Konê Reş

Dinya payîz bû, nû ketibûm dibistanê de, li
gundê me belav bû ku şevê din sînema Amûdê hatiye şewitandin û gelek zarok têde
qir bûne.
Wê rojê pêde, qal û qultên gundiyan li ber
dîwarên malan û odê behsa şewata sînema Amûdê bû. Digotin: Piraniya zarokên ku
çûbûn sînemê hatine şewitandin, digel Mihemedê Seîd Axayê Deqorî.

A dinî rojê,…

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Wusa dewleta Eyyobî hate damezirandin
Dewleta Eyyobî gewretirîn dewleta kurdî bû di dîroka Îslamê de, li
Misirê û Sûriyê hate damezirandin, û paşê jî fireh bû, û gîha gelek deverên
Kurdistanê. Gelo ҫawa hate damezirandin? Da ku bête zanîn, emê pergala
rojhilata navîn a wê demê berҫav bikin.

Pergala rojhilata navîn: Rojhilata navîn, berî hebûna dewleta…

 
Hevpeyvîn Bi Mele Nuredîn Yekta re

Amadekar: Cankurd / 11.11.2016

Hêja Mele Nuredîn Yekta, di serî de wê bo gelek xwendevanan baştir be, ku tu bi xwe, ji wan re xwe bi kurtî bidî nasîn, ji aliyê ramanî, siyasî û wêjevanî ve, de fermo birayê delal.

Ez 24 ê Adar a sala 1957 li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Mûşê…

Xalid Cemil
Mihemed


Dem ne dema
gazinan e! Em şerpeze ne bavo!
We em bi gazinan
şewitandin. We em bi gazinan riswa, bêhiş û gêj kirin. Hûnê herin û bên gazinan
bikin. Hûnê rabin û rûnin gazinan bikin. Hûnê bipişkin, bilikumin, bi arsimê
bikevin, têkevin tayê, bi jehrî bikevin gazinan bikin. Bes e Yaho! Bes e!

Jinbira tîyê kirîvê cîranê pismamê yekî dimire…