November 2016

 
Reşad şeref

Xelk û alem, miletekî zehf, mirov, malbat, dost û heval, hemî hazir bûn..!

Ew di nav mede bû, her kes bi kêf bû. Her yekî şadbûna xwe diyarî yê din dikir.
gernijîna wî nedvemirî, bi her kesî re dikenî û silav li her kesî dikir û hezkirina xwe ji wan re dida xuyanî kirin.

Ez bi yek…

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Baweriya polîtîkî:
Selaheddîn (17) kur hebûn, El-Melêk El-Efdel الملك الأَفْضَلmezinê wan bû,
û El-Melêk El-Mensûr الملك المنصور
biҫûkê wan bû. Ewî berî mirinê,dewleta
xwe li kur û xizimên xwe parve kir; mîrnişîna Dîmeşqê da kurê xwe El-Fdel, û li
gor tembiya wî, divê bibe sultan jî, û Misir da kurê xwe El-Melêk El-Ezîz الملك العَزيز, û…

Îro 25ê meha 11an 2016 Yekîtiya
Nivîskarên Kurdistana Sûrya li bajarê Qamişlo civata xwe ya yekemîn ya
berfereh lidarxist.
Piştî xuleyek bê deng li sergiyanên
pakrewanan ,û gotina serokatiya yekîtiyê mamoste Wezna Hamid ,û destnîşankirina
desteyek rêvebir ji Razgirê Yekîtiyê mamoste Torçîn Reşwanî ,ber pirsê
ragihandinê mamoste Mihemed Ebdê ,û cîgirê seroka Yekîtiyê mamoste Luqman Yûsif
,û bi amadebûna desteyên rêvebiryên heft…

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Tewrêz 1373

Xwazila ez qijik bûma
Bê mal û bê dirik bûma
Qijika ser daran bûma
Li ser serê sûran bûma
Peyda kira hevala xwe
Pirda bi tev delala xwe!

Bila nebûya deynê minBila nebûya ola minDeynê min çî ye? Nizanî!Ola min çî ye? Nizanî!Deynê min yê şivantiyêOla min ya bendetiyêŞivantî bikim bendê raBendetî bikim xwedê ra. Xwazila ez qijik…

Konê Reş

Ezbenî! Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di
buharan de, min bi têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û
gulanê de, di nav şebnem û aviya gul û kulîlkên wê de şildibûm.. Di beyarên wê
de, min stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re dinihirandin..
Bejna min bi şînahiya zeviyên…

Zahra Ramadan

URARTUYÎ( XALDÎ)(BZ1300-615)
BZ di sala1300ê de derketin pêş û qralê wan ê pêşîn ARAME ye .Urartuyan, bi
Naîriyan re dewlet ava kir .paytexta wê TÛŞBA ya li devê gola Wanê ye. BZ di
salên 1300-1200ê de Asûriyan tim êrîş dibirin ser Mîtanî û Hurriyan
û zilmek dijwar li wan dikir. Piştî felişîna Mîtaniyan gelek baskên
Hûrriyan xwe kirin yek…

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Nasnameya dewleta eyyobî:
Dewleta eyyobî ne tenê li gorî pîvanên
rojhilata naverest, belê li gorî yên navdewletî wê hîngê jî hêzeke mezintir bû,
ew li ser piraniya deverên ciyosteratîcîk ên rojhilata naverast, ji Kurdistanê
de li hêla rojhilat heya bi tixûmên Tûnisê li hêla rojava, û heya bi Yemenê li
hêla başûr, desthiladar bû.

Rast e, ku…

Vejîna Kurd

Çiqasî mejiyê mirov
têkildarî jiyana pêşketinan bibe, ewqasî ew fireh û dewlemend dibe û nexşeya
bikaranîna mejî rengîn dibe, û daku
asoyên têgihîştinê fireh bibin, xwendin pêdiviyeke giring e. mirovê ku li
xwendinê miqate be, dikare bi hêsanî raman û nerînên durust di hemû mijar û
sirên jiyanê de pêşkêş bike û bersiva demê jî bide, dikare têkiliyan…

Hejmara 54 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên
cûrbecûrin…
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar,
Ziman, Dîrok,
Lêkolîn, Çîrok, Wergerandin, Folklor û Helbestan jî
bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye
weşandin.

Naveroka hejmarê Nerîn û Gotar: – Mihrecana helbesta kurdî li Essen … Lewend Dalînî- Dîlêma dîrokî an îdêya…

Merwan Berekat

Ji aliyê zimanzanan ve gelek lêkolîn û bîrdoz ji bo rêxstkirina watezanînê – watesaziyê – (sîmintîk ) hatine kirin, û hin ji wan ev in:

1Lêkolîn ji bo jêder û guhartina wateyên bêjeyan: Di hemû

zimanan de û li gor serdemên dîrokî wateya gelek bêjeyan hatine guhartin. Eger mirov li jiyana zimanê mirovahiyê vegere û wê…