Nûçe

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya civata xwe ya berferh li darxist

Îro 25ê meha 11an 2016 Yekîtiya
Nivîskarên Kurdistana Sûrya li bajarê Qamişlo civata xwe ya yekemîn ya
berfereh  lidarxist.
Piştî xuleyek bê deng li sergiyanên
pakrewanan ,û gotina serokatiya yekîtiyê mamoste Wezna Hamid ,û destnîşankirina
desteyek rêvebir ji Razgirê Yekîtiyê mamoste Torçîn Reşwanî ,ber pirsê
ragihandinê mamoste Mihemed Ebdê ,û cîgirê seroka Yekîtiyê mamoste Luqman Yûsif
,û bi amadebûna desteyên rêvebiryên heft şaxên Y.N.K.S.
Civat  li ser van xalan hat li darxistin:
1-Xwendina raporên şaxan(Tevlî rapora şaxê herêma Kurdistanê).
2-Nirixandina pêvajoya Y.N.K.S di qûnaxa bihûrî de.
3-Pêşniyarên ji bo paşerojê.
4-Warê rêxistinî.
5-Mafên nivîskaran di warê nivîs û weşanê de.
6-Rewşa govara Yekîtiyê (Pênûsa Azad).
7- Dana nasnameya endamtiya rûmetî.
8-Rewşa desteya nirixandinê.
9-Çapkirina pirtûkên endaman.
10-Rexne û pêşniyar.
Piştî pejirandina pêşniyarên pêwîst û giring gelek xal hatin veguhestin ji desteya rêvebir re ji bo cî bi cîbikirinê û ne derengxistina kar.
Di dawî de bi hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya di xizmeta wêjeya Kurdî de civat hat bi dawîkirin.
YekîtiyaNivîskarênKurdistanaSûrya
Qamişlo
25-11-2016.z

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…