December 2015

Konê Reş

Wek ku diyar e Mihemed Arif Cizîrî di roja (17/12/1986)an de li Kurdistana başûr, bajarê Duhokê çûye ber dilovaniya Xwedê. Anku di roja 17.12.2015 an de 29 sal di ser koçkirina wî re derbas dibûn. Werin, em wî bibîr bînin?!
Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî: Di havîna 1912an de, li bajarê Cizîra Botan, taxa…

Konê Reş

Di roja 9/6/1999 an de, serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina (Ala Kurdan) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento jî bi yek dengî ev piroje pejirandin…
Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve rengê keske, ji ortê ve rengê sipîye û rokek di nav de diçirise û ji…

Salih Demîcer
Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di çarçoweya serdana xwe de bo Mosko banga dîtina bingeheke siyasî ye hevbeş kir di navbera Amerîka û Rûsya de li dor nakokiyên wan yên derbarê şerê Sûriyê.
Eger em bidin berçavan ku hefteya borî dû konfrans ji bo darêjtina nerînên hevbeş yên hêz û aliyên opozisyonê hatin li…

Konê Reş

Hîn temenê min nebibû neh sal, dinya payîz bû, nû ketibûm dibistanê de, li gundê me belav bû ku şevê din sînema Amûdê hatiye şewitandin û gelek zarok têde qir bûne. Hingî, kesî ji gundê me li Amûdê nedixwend, lê ji gundê Gundik, Mihemed û birayê xwe Hesen zarokên Ehmedê Mehmûdko li Amûdê dixwendin….

Merwan Berekat

Ev bû demeke herêma Efrînê ji aliyê tundrew, terorîst û mejîtariyan ve dorpêçkirî ye, û li piraniya sînorê herêmê şer berdewam e. Lê roj bi roj serkeftin li pey serkeftinê ji aliyê Hêzên Parastina Gel ve tên tomarkirin. Tiştê ku mirov jê seyr dimîne ew e, ku di vê rewşê de, hin ji…

Konê Reş
Li Almanya, di zivistana 1977an de, bûm yek ji endamên Komela Xwendekaranên Kurd li Ewrûpa (KSSE), şaxê Frankfurtê ya ku mêldarî Barzaniyan bû. Hingî pismamê min û xortekî Kurd ji Kurdistana başûr bi navê (Azadî) berpirsyarên wê bûn. Jina (Azadî) Almanî bû, dermanxaneyek wê li Frankfurt hebû, edrêsa min li ser mala wan bû….

Daner: Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer

Netewa kurdî bi gelemperî, li ber çateriyên metirstirî ye, vê lomê jî barê entilcênsiya resen, rewşenbîr û siyasetmedar, pir giran e, xebata hişmend û jidil ji wan tê xwastin, da pêta ahoramezda çîkadyî were parastin. Ji bo vê yekê tenê riyek heye, ew jî hêzbûn û şûngirtin e, û hildana helwestên…

Samî Ehmed Namî

Mela Ehmed kurê Mehmûd e (1906-1975). Namî navnîşanê torevaniyê bû ko Mela Ehmed li xwe kiribû û ivîsandinê xwe bi vî navî dixemilandin.

Namî di destnivîsa xwe de, Çiko Li Bîr Im dibêje:

Di sala 1906an de, heyva gulanê li gundê Erbetê hatime dinyayê, pênc pêhisiyên min Hewasî Elxems حواسي الخمسة) ) li wî…

Vejîna Kurd
Bêguman qeyrana Sûriyê bandora xwe ya neyînî li hemû aliyên jiyanê yên civakî, aborî û siyasî kiriye, û heya îro jî, ji bo çareserkirinê tu piroje li meydanê ne diyar in, û roj bi roj, rewşa gelê Sûriyê bi giştî, û ya kurdan jî di nav de zehmetir dibe. Di ev rewşa kambax û…

Konê Reş

Di sala 1961ê de dema ku şoreşa Barzaniyê nemir destpê kir, her sibeh û her êvar bavê min, mirov û cîranên me ji radyoya me li dengê Kurdistana Îraqê guhdarî dikirin.. Her yekî ji wan li gor fêmkirina xwe ji nûçeyan û dilxwestina xwe ji şoreşa Barzanî re, ji hev re digot; îro pêşmegeyan…