Rola Jina Kurd di Şoreşê de

Vejîna Kurd

Bêguman qeyrana Sûriyê bandora xwe ya neyînî li hemû aliyên jiyanê yên civakî, aborî û siyasî kiriye, û heya îro jî, ji bo çareserkirinê  tu piroje li meydanê ne diyar in, û roj bi roj, rewşa gelê Sûriyê bi giştî, û ya kurdan jî di nav de zehmetir dibe. Di ev rewşa kambax û dijwar de, jina Kurd jî temenê vê tevleheviyê dide. Lê tevlî wê, ew ji avakirina kesayetiya xwe ya civakî, rewşenbîrî û erkên xwe dûr neketiye.

Di destpêka şoreşa Sûriyê de, jina Kurd jî wekî hemû jinên Sûriyê, ji bo azadiya gelê Kurd li rex mêran sekinî û dengê xwe bilind kir, ji ber wê jî gelek ji wan hatin girtin, binçavkrin û gelekan jî jiyana xwe ji dest dan. Lê tevlî wê jî, tucarî vîna wê lawaz nebû û ew ji ser riya tekoşînê venegerî, ew yek jî ji sinciya jina Kurd e.
Eger mirov rewşa jina Kurd di vê şoreşê de baş bişopîne, dê binase ku wê bandora xwe ya erênî li hemî aliyên civakê kiriye, ji ber ku ew ji erkên xwe yên civakî, aborî, perwerde, çandî û siyasî li paş nemaye. Di wan waran de, jina Kurd sazî û komele ava kirine, û li rex wê, her û her hewil dide, ku zarokên xwe ji windakirinê biparêze.
Belê; di eniyên şer de jî, jina Kurd bi rola xwe ya welatparêzî û netwî radibe, ew jî, ligel mêr rûpelên dîrokî ji berevanî, lehengî û pêdariyê dinivisîne, û ew li seranserî cîhanê wek nimûneyeke dîrokî ji hemû jinên cîhanê re tê binavkirin.   
Ma gelo destane û lehengiya pakrewna azadiyê Arîn Mîrkan ya ku li Kobaniya berxwedanê hate nûsandin tê ji bîrkirin? Birastî; kar û xebata ku îro jina Kurd dike, ew tê wateya têgihîştin û asta bilind ji welatparêzî û netewperwriyê.
Rast û durust e; ji berê de bav û kalên me gotine: Şêr şêr e, çi jin çi mêr e!!.


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…