Hest û Helwest: Hewildanên Navnetewî yên Bidawîanîna Şer Li Sûriyê

Salih Demîcer

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di çarçoweya serdana xwe de bo Mosko banga dîtina bingeheke siyasî ye hevbeş kir di navbera Amerîka û Rûsya de li dor nakokiyên wan yên derbarê şerê Sûriyê.
Eger em bidin berçavan ku hefteya borî dû konfrans ji bo darêjtina nerînên hevbeş yên hêz û aliyên opozisyonê hatin li darxistin, gelo çi guhertin dikarin li ser erdê bi awakî rijdî bibin?

Hêzên cîhanî yên mezin û bi taybetî Amerîka û Rûsya çi ji bo Sûriyê amade kirine û ta kîjan astê ew dikarin hevalbendên xwe yên Sûrî kontrol bikin?
Rewşa Kurdan di van hewlan de çiye?
Nakokiyên di navbera wan xwe bi xwe de dikarin bêne çareserkirin?
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna dû mîvanan ronî dide ser vê babetê: 
Siyasetmedar û nivîskarê Kurdê Sûrî rêzdar Selah Beredîn ku li herêma Kurdistan Îraqê dimîne; û endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) û her wiha endamê desteya guftûgoyan li Riyad rêzdar Ebdulhekîm Beşar ku ew jî li herîma Kurdistan Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

http://www.dengeamerika.com/content/article/3103993.html

jêder: Dengê Amerîka

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…