March 2015

Xizan Şîlan

bombe û napalm barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran

ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agir pêxistin li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qêrîn û hawar û…

Ev 22 sal çê bûye ko bi hesreta dîtina Bavê xwe ye…
Wêneyek Şemala hêviyên wî gûr dike…
Peyamekê Tixûbên bîrîyên min bezand…
Merheba Şîlan,
Ez Miraz im. Kurê Emîrhan(Hevalê Kendal) Min wêneyekî Bavê xwe li dev Hunermend( …)dît.
Min çîrok jê re got û wî got:
Ev wêneyê me li Tiflîs-Gurcistanê girtibû û ev ya di wêneyê de…

kasî yûsiv

Ez li bazareke bajarê Basil bûm
mêrekî navserî xwe xwîna mi di tevizî li ser xwîna wîJi dûrve li min dinerî ;û li nav ça ê min dîq .dikir . Çaxé ez gihame biwara wî min slavek lê veda û ewî ji min pirsî :senî turkçe?min bersifa wî da: Na. Ez kurdim. Kurd.
Ewî bi tirkî dî got kurd…

Mihemedê Seyid Husên

Çaxê ku terorîzm li perê zeman xemsar maye, metirsînê bi zimanekî cîhanî yekgirtî bersiv daye, li ber dadgeha mirovaniyê rewan bider da ye, rêawayên keysperestî û tirsa çogvelerzîn xasûk û dizên ku qaçaxa suxtewkariyê kirine, xaçerêyên ber tixûban xûm kirine, qilûz diçûne motkê, terorîzm û metirsîn ji nebûna azadiyê zane, yadiyên mat…

Konê Reş

Adarê!
Dêmê Qamişlo
Di pencereyan re xuya dike
Di nav lihevketina pêlan de
bi ser me de dibare
Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de
şil dibe,
Bêrîkirin jê di fûre..

Û wiha jî Bajarê Qamişlo
ketiye dilê me de û jê dernakev e!
Hêlîna xwe di peravê bîranînên me de
çêkiriye û têde razaya ye..!
Ew bajar e;…

Amedekar: Paşa Amedî

Gotinên bav û kalanên me tev hatine ceribandin û tev bi şîret in. Ku mirov li pey gotinên kalanên xwe here mirov tu car esl, ol û edetên xwe jibîr nake, wê ji beleyan jî dûr be û qet ji rêya xwe jî şaş nake.
Ev gotinên pêşiyan tev li herêma Gundê Qerto (Gund girêdayê…

Merwan Berekat

Jin hêvan, berdewamî, nîvê dîrokê û demsala jiyana mirovahiyê ya xunavî û xemlebihuştî ye.
Bila Kesek nebêje, ev çi seyr e, û di delavên şêt û mêtiyê de nedele, ne jî mejiyê xwe bi sertî bixrîne, dema em bibêjin: Jin ne tenê ( Nîvê civakê) û hevjiyana mêr e, lê belê piştî ba,…

Konê Reş

Di sala 1965an de, dema ku ez di sinifê heftan de bûm, hunermend Mihemed Şêxo jî di eynî dibistana Elerûba de dixwend û her wiha hunermend Aramê Dîkran jî. Hingê destpêka Mihemed Şêxo û lêdana tembûrê bû. Lê Aramê Dîkran hem bi temenê xwe û hem bi hunermendiya xwe jê mezintir bû û di…

Konê Reş
Xweyîngino! Ez careke din dibêjim me jinên Kurdên îro, yên ko nifşê miletê me yê ayindê li ber destê xwe bixwedî dikin, me dû wezîfeyên giran hene: hînbûn û hînkirin. Ji lewra ji me re divêt berî pêşîn em bibin şagirit û di pey re mamoste: mamosteyê zarokên xwe.. (Rewşen xanim Bedirxan /…

Konê Reş

Bi min xweş e ku di di roja Cîhanî a Jinê de de karibim ronahiyê berdim ser rola jinê di civaka Kurdên Beriya Mêrdînê de.
Mebesta min ku ez ronahiyê berdim ser rola jinê di Beriya Mêrdînê de, rola jinê di civaka Kurdî de, rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku…