November 2014

Suad Hisên
Gokê Gokê Wa gilokê
Tê û diçe
Li ber piyokê
Here were
Li min vegere
Tu ji min re
Xweş leystokê

Gokê Gokê
Wa gilokê
Tê û diçe
Li ber piyokê
Ta tavêjim
Li pey te gêjim
Lê hiz te dikim
Hertim Gokê

Gokê Gokê
Wa gilokê
Tê û diçe
Li ber piyokê.
—————-
Helbestek Zarokan
Suad Hisên, Nisêbîn

Heyder Omer
heyder52@hotmail.de

Berhemên Feqî yê Tîran
Destana Xanê Dimdim:
Tevî cefayan jî me nikanî ev destana, ku di wêjeya kurdî de navdar e, ne çapkirî û ne jî destnivîs, bi dest xista, lê hinek jêderên wêjeya kurdî, nemaze Ebdulreqîb Yûsif teqez dike, ku Feqî yê Tîran destanek bi navê destana Xanê Dimdim nivisandî, û destnivîsa wê, hema…

Konê Reş
Belê ezbenî! Piştî dor 4 salan hêjî konê perîşaniyê bi melûlî di ser kolan û cadeyên bajarê min re vegirtiye.. Gerdenên xûz, bi dûv nanûzikê de dibezin.. Canbazî di bazaran de tê firotin.. Diz xwe bi xwe, ji hev didizin. Vir û xap di kolanan de bazdidin. Rovîtî pir dibe.. Terbiyesizî bi…

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
Tek bijare:
Heya nûka, em di vê pirojeya kurdistanî isteratîcîk de gîhane du qunaxan:
Qunaxa yekem: Di vê qunaxê de, me ronahî da ser nasnameya me ya kurdistanî, û kûrahiya me ya isteratîcîk, polîtîkî û şaristanî, û ser nirxên mirovbendî yên sinçên me, û ser gewreyên me yên ku kesayetiya me ya resen…

M.Emîn Sadûn
Di van rojan de bîreweriya salvegera yekimîn ya koçbarkirina hevalê têkoşer Sefer Sofî careke dî kul û kovan di dilên xembar de nû kirin, pêre jî tayê ristika derd û xeman di dilê dost û hevalan de qetand û deriyê birînên kelgirtî li piştê vekir.
Raste, mirov tev de li pêşberî mirinê wek hevin…

Mihemed Seyid Husên

Gihame payîza temen hest û newaziyên evînê hêj li giyanê min dixuricin, bi dizî pelemarî raman, bîr û boçûnên min dibin, reha min neşê ye ku wan di xwe de bê nasname veşêrim, kurdistan lehenda şêran destegul destgirtiya minî. xwênero, sîmbola evîndaran, pirzika ser zimanan, lehenga kurteçîroka minî, bo wê zengilê dilê…

Konê Reş
Ezbenî! Bîranîn ji serketinan xweştir û zindîtirin. Serketin kêlîkeke û derabs dibe, lê bîranîn her dem û gav bi mirov re dijîn û pêre zindî dimînin.. Erê ezbenî, tiştên xweş temen kurtin û tevî ku her tişt bi demê re tê guhertin lê xewnên kevin her xweş dimînin. Belê ezbenî! Bela zarok…

Cankurd
Kevnepeyveke Kurdan heye, dibêje: “Tu bi jor da tif bikî simbêl in, tu bi jêr da tif bikî rih in.” Rast mirov carina nema dizane çewa li ser hinde mijarên ramiyarî binivîse, gava mijar tarî dibin, û nema tu dizanî seriyê bên (werîs) li ku ye.
Teviya tevgera ramiyarî ya Kurdistanê, û giş saziyên Sûrî…

Konê Reş

Di salên 1915-1925an de, buhiştî Husên Hiznî Mukiryanî çapxaneyek ji Almaniya anî Helebê û pê çend kovar û rojname weşandin.. Ta ku di sala 1925an de ji Helebê barkir û çû Rewandizê..
Belê akam û bandora yekem a gelêrî di parastina zimanê Kurdî de, bi saya dîwana Melayê Cizîrî bû, Mem û…

Roj 13.11.1960î, roja bîranîna 54 saliya serpêhatiya Agirê Sînema Amûdê ye, roja şehîdbûna 280 xortên ciwan , xwendevanên dibistana Xezalî û Mutenebî li bajarê Amûdê.
Mela Ehmedê Namî dibêje: Tiştê ko di çîrokê de hatiye gotin pirê wan min bi çavên xwe dîtine û yên din ji rastgoyên bawerpê bihîstine. Namî bi pênûsa xwe hiştiye ko…