Destê tenê li çepikan naxînê û fermana torfelaqî derman nake birînê

Mihemed Seyid Husên
 
   Gihame payîza temen hest û newaziyên evînê hêj li giyanê min dixuricin, bi dizî pelemarî raman, bîr û boçûnên min dibin, reha min neşê ye ku wan di xwe de bê nasname veşêrim, kurdistan lehenda şêran destegul destgirtiya minî. xwênero, sîmbola evîndaran, pirzika ser zimanan, lehenga kurteçîroka minî, bo wê zengilê dilê min bê rawestan û vewstan lêdixînî, eger ku dîrok tûjawiran li nexşeya wê vedî, ji temara derziyên mangê hişyar bibî, ji nû ve bîneriya xwe li ser dîrokfiroşan bi têrutesel biparvekî, serboriyên min û zimanê yara evra kurdistan, bi pelge û çavkanî ji mirovaniyê re bibêje û li babikî.
*  *  *   
    Îro baş hay bûme ku rûmet, payedarî û pêşiwarî birîn bûne, çete û çolaxên bedrewişt destelatdariya biryarê dikin, çeqûber stukra mafnasînê û rewayê xaçebir zîvirandine, hemî yasayên mirovanî bi çewtebîrî helgavtine, herêm li evînê teng kirine, bi derziyên jehrê kûrbirîn derman kirine, ji wilo hîn bêtir nikarim tiştekî din ji we re bibêjim, mirovek bi tena xwe tiştekî tewaw nakî, di tara moxilê re ji bilî çavên xwe nabînî, êca heye ku li deverê ji serjimara 2 milyonan, tenha mirovekî destelatdar tenah û kamîran bijî.
*  *  *
    Tovê ku tu bi xakê werdikî demsaleke tê biçinî, lê hebxwe tenha dadgeha xwedê cezê belengazan bi derngî dixînî, êca ku dadgeriya wî dirust û yekpare negere, naxwe pêkerekî bê can afiriye û di rasteqîna ketîwarî de, dadgeriya liyanrew tenha dimîne ya jiyanê, li himêza xweristê mîna firokeya kertonî ku bê ta asoyan xûm dikî, ango dê sura bê wê ji nav lepê tayê xav birevînî. heye ku stirîdirkên daristanê wê biçirînî, mîna pira kaxetî wê di bin lingên rêwiyan de birûxînî, herweku hin ji kêfa devê wan gazekê vedibî, hin dîtirê çavên wan bilî hêsiran naherikînî.
*  *  *
    Saw û siya metirsînê dûre, bextê felekê fermana qederê çep û çûre, tavilîmana xwekujtinê di navbera mirin û jiyanê de, hetav, şîn û şahî, rikberiya raz û diyardeyan li ser awazên sirûda hawarê vemirîne, şîngirêdana dergûşê di tenaya mişextiyê de omîdan dibelqitînî, bîr û boçûnan xilamş dikî, serê xampera şêwakar diperitînî.
*  *  *
    Ku tu li gupgupa dilê min guhdar bikî, li navkutka serpêhatiyên min meyze bikî, cil û bergê azar û îşkenceyên min li xwe bikî, ku tu tîşik û zîvarên min bi jiya duhêlan terz û nimûş bikî, şikêrên hişgêlî û kewdaniyê ji deverê rêşbikî, bîr û ramanên banenizim bilind bikî, rencepilanan û niyazên mebestpak ji hev cuda bikî, hinga sûcdar û gunehkar, altax û qelawiz, dê li ber gefên zîrekî, konevanî û dûrbîniya te, li hemî ziyan û zêdekariyên xwe mikur bên.
*  *  *
    Hin caran nêrgiza pesarên çiyan, li ber sura nermebayê buhariyane, di nava pêlên semawendê de, çep û rast xwe liba dikî, şêrîn gernejînan li mirovaniyê biparvedikî, carna jî hilm û bîna fêrmistê li destê sibehê çarmedor baweşî zindîwaran dikî, kêm caran bi tûjawiran ji guleyê tivingê bêtir dilê hejaran birîn dikî.
*  *  *
    Derya taristanê li ser rûhinarkên sipîdeyan, lixêvên ronahiyê diweşînî, erê padîşahê koçberiyê bi çavdanekê te mîna perwaneyê, li gel zîmarên çiyan, li ser milê asoyên xilamş, li ser mijankên seravê, li gel kutkutandina nûpeldana bendemanê, selefên sawêrên helbestiyane dîsa li min xuya bûne.
    komara Çîk…19-11-2o14

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…