November 2014

Konê Reş
Kobanê! (Va hatin pêşmergên me..)
Va hêzên tarî bi paş de vedigerin
Kurdistanî ji serok Barzanî re li çepan didin û dilîlînin
Sînor xwe ji ber rêkxistinên me dide alî..
Bi tenê rizgarîkirina te armanca me ye..

Kobanê! Sibe ku ez berê xwe bidim oxirê Ez ê te bi xwe re di gelek balfirgehan re derbas bikim,Te ji ber çavê çeteyan…

Ronî ELÎ

Rojekê …
Piştî ku dilopên xwînê
Bi lehiyên Baranê re
Têkel bibin
Û di buxçeya zimanên Bê “Lîwan” de

Vir û vût
Ziwa bibin
Wê hîngê
Dikanim kosteka zimanê xwe
Vekim
Da bêjim
Te ez xapandim

Rojekê …
Li bin Sîbera girnijîngên mirinê
Helbesta çavên tê
Di nameyên me de
Wê dîwarê sozan
Bi ser
karwanê bazirganan de
Li ber deriyê Bihişta “Piştxûzan”
Hilweşîne
Lê wê rojê
Nema zengilê xewnên me
Êdî dengvedide

Rojekê …
Piştî ku…

Merwan Berekat

Gelo ji malbateke bi kok, resen û dewlemend bû, lê felekê destarê xwe çep li wî gerand, û ew xizan û perîşan kir, ne tenê wisa, lê belê çend zarokên wî hebûn, wan beden revandibûn, pir jî dipeyivîn, lê tev bê kar û her yekî jî digot ez. Ji wê xirabtir, dema ku ew…

Xalis Misewer

Di her peyv û helkeftinên xwe yên ku di mijarên zimên de tênin bi lêvkirin, yan nivîsandin, em kurd dibêjin: Divabe em bi zimanê Dayikê biaxivin yan binivîsin, yan dibên divabe em zimanê Dayikê biparêzin. Gelo ta kîjan radeyê ev peyv yan firêza (zimanê dayikê) ji hêla wateya ibistmolocîk û wêjeyî ve, rast tê wezîfedarkirin û…

Deham Ebdulfettah

Bo Çi Nî‏andeka Verêsê “î”Li Herêminan Bikar Nayê !?

Yek ji taybetmendiyên zimanê Kurdî (Kurmancî) yên herî sereke verês (tewang)e . Bo vê taybetmendiyê jî hin rojhilatnas û zanyarên zimanê Kurdî dibêjin : Zimanê Kurdî (Kurmancî) zimanê veguhztin û verêsê ye .

Di raweya verêsê de…

Bi êşên pir dijwar û bi dilên tijî hesret û birîn, em koçkirina Canê Xelef keça çalakvanê siyasî Xelîl xelef dibihîzin û ji malbata wê re, dayik û bavê wê re û ji hemî dost û heval û ji gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.
Canê Xelef, keça çalak û xwendekar û kurdperwer, li elmanyayê, li bajarê…

Konê Reş
Ezbenî! Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di buharan de, min bi têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û gulanê de, di nav şebnem û aviya gul û kulîlkên wê de şildibûm.. Di beyarên wê de, min stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re dinihirandin..Bejna…

Helbes: mesnevî
Ber: muteqaib, musemen, mezûf (wezna Şahnamê)
Wezn: feûlun, feûlun, feûlun, fel
Wegêa: Şahnamê
Seyid Feysel Muctevî
u davî dibe padişahî ji cem
Dibêjîi Firdosi bo encumem

Heger çi jiyan bi ji bo e dirêj
Cihan nabe bo e ewa az bêj

e perwerde e ger bi şehdê û noş
Nebîzî newa, eyn avazi xoş

Tewavî emî bo e bin mêhreban
Te bêxin dirûnê dil…

Qado Şêrîn

Balkêş e ku tim û tim serokên partiyan li her deverê amade bin.
Nimûne gelek in, her du rêkeftinên Hewlêrê, û li dawî rêkeftina Duhokê wek nimûne. Ta di civînên ENKS de jî tim serokên partiyan amade dibin, neku endam in din, rewşenbîr an jî nûner in din ji aliyê partiyan ve amade dibin. Ango…

Kerîma Reşko

Min da ser riya penaberiyê lo welato
Winda bûm ,
Nizanim ev daristan in
yan goristan in
Laşê min şîn bû ye
Ji sermaya xwîna dijmin sermtir e .

Min da ser riya penaberiyê
Min xatir ji te nexwest
Welatoooo
Neynûk û goşt parçe nabin
Ez û te jî, parçe nabin .
Germa hembêza te
Ji bîr nabe
Rondikên…