August 2014

Deham Ebdulfettah

«Lêker» bi wateya «Verb» Navlêkirineke ne duriste !

Ji dema mîr Celadet Bedirxan ve ta vê rojê jî , zimanê Kurdî (Kurmancî) cihê balkêşiya rewşenbîr û zimanzanan e . Di vê qûnaxê de gelek gotinên winda hatine dîtin , gelek ên tozgirtî hatine daweşandin û vejandin… . û bi qasî wan jî , gotinên nûjen…

Can kurd

Rojê ceng û têkoşînê,
Ger ji me kes tew nemînê,
Her li pêşin, mîna hercar,
…Her em hene,
Pêşmergene…

Wefadarê Barzanî ne,
Rêberê kes wek wî nîne,
Canfîdayî Kurdistan in,
…Her em hene
Pêşmergene…

Bo azadî, serfirazî,
Her li pêş in, mîna şêran
Keç û lawan, jin û mêran
…Her em hene,
Pêşmergene…

Bo welatê xwe azakin
Şerdikin em dij neyaran
Ger birîn bin, ger şehîd…

Bi daxwaza geşepêdana karê niştimanperwerî yê hevbeş û bihêzkirina yekîtiya gelê sûrî, ji bo ku hevbendî zimanê gelê sûrî bitevayî be û gelê sûrî bi zimanê wê biaxive, nivîsgeha ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî, beşek taybet bi zimanê kurdî vekir, ev gaveke dine ji bo pêşxistina hemerengiya resen ya ku Sûriyian ji sedên salan…

Dr. Sozdar Mîdî
Wergerndin ji zimanê kurdî: Mihemd Hesko (Birasoz)

Tevî ku em milletekî kevnarin di dîroka Rojhilat a Navîn de, û bapîrên me jî, ji çêkirên pêşengbûn yên ku şarstaniyet li deverê û cîhanê çêkirin e, lê 25 sedsal ji dagîrkirinên li pey hev, û ne bûna dewlet a kurdî ya serbixwe di dirêjahiya van…

Konê Reş

Welato!
Xelkê cîhanê sosretmayê man
dema ku naskirin;
ZEREDEŞT pêxemberkî te bû,
SLAHEDÎNÊ EYÛBÎ mirovekî te bû,
Dicle û Firat dû çemên te ne û
Agirî û Cûdî dû çiyayên te ne.
ji wê hingê ve Welato
tu di derîyekî mezin re
derbasî dîroka
welatên cîhanê bûyî…

Welato!
ziman nayêne dizîn,
kes nikare zimanê welatîyên te bidize,
ku welatîyên te li zimanê xwe…

Lewend Dalînî

Ey tawûsî melek serek ê firîştan,
Û cîgir ê yezdan li xak ê
Were ji asîman ê heftan peya be
Û li me temaşe bike
Komkujîya heftê û çaremîn

Vaye li me pêktînin
Û
Koka Êzîdxan bi şûrê
ABA LEHEB,
Tê birîn
Kulîlkên Êzîdxanîyan li ber qefê
Hîm û tehtên çiyayê şingal ê
Û deşta Simoqîya di bin kel kela germa havîn ê de,
Di çilmisin…

Heyder Omer
heyder52@hotmail.de

Beşê yekem
Dîroka kesayetî
Navê Feqî:
Pirên helbestvanên kilasîkên Kurd, bi navên şûnên jidayikbûnê, yan jî bi navên şûnên, ku piraniya jiyana xwe lê têper kirine, dihatin naskirin; wek nimûne, Mela yê Cirîrî bi navê Cizîra Botan hatiye naskirin, û tê gotin, ku Ehmedê Xanî bi navê gundê (Xanê), ku li herêma Hekarî li bakurê…

dê di demek nêz de wê Dîwana Mihemed Ebdê a bi navê (Hestên Min) bikeve nav destên xwendevanan de.

Helbestek ji dîwanê:

Ala me
Hey- hey Ala me
Bê te nabe jiyana me
Çi xweşikin rengê te
Sed pîroz be li gelê me
Sor….

Xwîna şehîdê me ye
Kesk…..
Xweşiya welatê me ye
Sipî……
Rengê aştiya me ye
Zer …..
Nîşana yekbûna me ye
Hezar carî dibêjin
Gorî te be…

Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer

Diyalêktîka hişyariyê û dewletê:
Rastiyên heyînî û civakî tiştek e, û xewnên yutopiya tiştekî din in, divê milet dîrokên xwe li gor rastiyan, ne li gor xewnan, çêkin, her çiqas ew rastiyan tehl bin, û ew xewnan şêrîn bin jî. Heye mirovek tevayê temenê xwe li pey xewnan têper bike, tevî…

Konê Reş

Roja îro, di navbera gelan û olan de cudahî û berberî hin bi hin kêm dibe.. Diyare ku ew jî ji ber zanîn, giyanê birayetiyê û wekheviyê ye. Pêwîste em baş bi qedir, qîmet û bihayê vê pêşveçûnê zanibin, xebat û bizavê di ber pêşxistina civata xwe de bikin, da ku em…