Feqî yê Tîran Jiyan û helbest û helbestvanî ( 2)

Heyder Omer
heyder52@hotmail.de

Beşê yekem
Dîroka kesayetî
Navê Feqî:

Pirên helbestvanên kilasîkên Kurd, bi navên şûnên jidayikbûnê, yan jî bi navên şûnên, ku piraniya jiyana xwe lê têper kirine, dihatin naskirin; wek nimûne, Mela yê Cirîrî bi navê Cizîra Botan hatiye naskirin, û tê gotin, ku Ehmedê Xanî bi navê gundê (Xanê), ku li herêma Hekarî li bakurê Kurdistanê dikeve, hatiya naskirin(1) .
Her weha Feqî yê Tîran jî ji vê xêzê derneketî, û gelek caran di helbestên xwe de xwe bi navê Muksê, ku li herêma Hekarî dikeve, dide naskirin, û di çarîneke Şêxê Senan de weha diçe, ku ew Muksî ye, bi agirê evînê disote, helbestan dibêje, da rewşa xwe, ji ber fîraqê û dûrbûnê bide xuyakirin(2) . Di cihekî din de xwe bi Feqî yê Tîran dide naskirin:
Ê bi kul û derdan ez im.
Mecrûhê ji qehran ez im.
Ê xurê şêran ez im.
Feqîhê Teyran ez im(3) .
Êger ev nîşanên jorîn, ku di helbestên wî de ne, cjhê lê jiyaye nîşan dikin jî, pirê caran em navê wî di helbestên wî de yan bi kurtahî, yan jî tewaw dibînin:
Şehîdê (Mîm û Hê) îsm e.
Ji işqê sotiye cisme.
Li cama mey bûwe qism e.
Şehîd bûm ez li diyayê(4) .
Her weha hin caran jî navê xwe yê pêşî di helbesên xwe diyar dike:
Bi ismê Mihemmed nav im.
Bilbil im di gulzaran(5) .
Yekemîn car navê wî (Mihemmed) li ba Elîksender Jaba;  qunsulê Rûsan li Erzeromê di navbera salên (1855-1860) diyar bû; ewî qunsulî gelek helbestên kurdî , yên Feqî yê Tîran jî di nav de, dabûn ser hev. Bi baweriya min, her lêgervanên, ku di pey wî re hatine, û jiyana Feqî yê Tîran pelandine, wek Mihemmed Emîn Zekî, Ebdulreqîb Yûsif, Dr. Îzedîn Mistefa Resûl û Seîd Dêreşî û Pêzanê Alîxan, ku beşê yekem yê dîwana wî tûjandine, hem xwe bi ser boçûna E. Jaba de, ji ber ku ji bo vê mijarê yekemîn jêdera ev yeka nîşan kiriye, û hem jî bi ser vê malika jorîn ji dîwanê de, paldane, û navê (Mihemmed) ji bo Feqî yê Tîran çespandine(6) .
Mihemmed Emîn Zekî dibêje: „ Navê (M. H) ji xwe re wergortibû, û navê wî yê rasteqîn Mihemmed e“(7). Ebdulreqîb Yûsif dibêje: „Feqê Teyran, navê wî Mihemmed e, û di helbestên xwe de bi (M. H) tê naskirin“(8). Lê Dr. Îzedîn Mistefa Resûl weha diçe, ku (M. H)ê kurtahiya (Mihemmed Hekarî)ye(9). Her weha mela Ehmed Zivingî(10) û Sadiq Behadîn(11) çi tişt bi ser boçûnên derbas bûne de zêde nekirine.
Lê Dr. Bilec Şêrko, (rehme lê be Dr.Sureyya Bedirxan bi vî navî dihate naskirin) weha diçe, ku navê vî helbestvanê me Mehmûd e, ne Mihemmed e(12).Lêgervanê Kurd Aramê Çaçan, ku gelek helbestên helbestvanê me dane ser hev, û bi du berhevokan belav kirin, yek bi navê (Gulbuhar) sala (1957)ê, û ya din bi navê (Tenbûr) sala (1974)ê, boçûna wî jî wek ya Dr. Bilec Şêrko ye, ji ber ko navê Mehmûd pirê caran di helbestên her du berhevokên navborî de dubare dibe.
Seîd Dêrşî û Pêzanê Alîxan, ku beşê yekem, ê dîwana wî tûjandine, mavê (Mihemmed) dadigerînin, ji ber ku li gor boçîna wan hemî jêderên pê bawer navê Mihemmed diçespînin, û dîsan li gor boçûna wan, ewên ku Aramê Çaçan dane ser hev, mijara gumanê ne, û heye pirên wan helbestan ne yên Feqî bin, ji ber ku ji şêweyê wî dûr in(13).
Ev  jêderên navborî du navan şanî me didin; yek Mihemmed û yê din Mehmûd e; gelo emê kîjanî dagerînin? Nîşanên her du navan di helbestên wî de hene, lê bi baweriya me nîşanên, ku navê Mihemmed dadigerînin duristir in, ji ber ku:
1.Navê Mihemmed di yekemîn jêderê de heye, ew jî keşkûla Elîksender Jaba ye, ku sala (1868)ê li Pêtresbûrgê, digel wergera bi zimanê firansizî, hatiye çapkirin.
2. Hemî lêgervanên, ku helbestên wî dane ser hev, û dîroka jiyana wî pelandine, navê Mihemmed dagerandine,  lê tenê yekî navê Mehmûd nîşan kirî, lê bê behane û bê belgeyên dîrokî.
3. Şiroveya Dr. Îzedîn Mistefa Resûl, ku tîpa yekem (M) kurtahiya (Mihemmed)e, û tîpa duwen (H) kurtahiya (Hekarî)ye, gelek logîk xuya dibe.
4. Hêzdartirîn nîşana, ku navê (Mihemmed) dadigerîne, ew e, ku ev nav di helbestên wî yên ku ji hêla du lêgervanên pê bawer  hatine tûjandin de derbas bû ye.. Bi ser de jî navê (Mihemmed) aşkera di hinek  helbestên wî de derbas dibe; wek ku di helbesta (Feqî û Melê) de diyar e:
Gul im di destê xwaran.
Bi ismê (Mihemmed) nav im(14).
Lê ewên ku Aramê Çaçan dane ser hev, û navê (Mehmûd) tê derbas dibe, hîna li benda  tûjandina rexneyîn e.
Jêder û çavkanî:
(1)   Ebdilreqîb yûsiv weha çû ye, lê paşê ji vê nerîna xwe vekşiye.
(2)   Destnivîseke Şêxê Senan, li ba Parezêr Xelîl Sasûnî ye. Qamîşlo, rû 73.
(3)   Dîwana Feqê Teyran, pêşgotin, rû 6. Ev jêder wê ji vir û pê ve bi (Dîwan) were nîşankirin.
(4)   Dîwan, rû 78.
(5)   Dîwan, rû 104, 105.
(6)   Prof Dr. Qanatê Kurdo: Dîroka edebyeta Kurdî, 15/1.
(7)   Dîroka Kurd û Kurdistan, 336.
(8)   Ebdilreqîb Yûsif: Şaîrên kilasîkên Kurd, rû 29.
(9)   Dîwana Feqê Teyran. Pêşgotin, rû 8.
(10) El-Eqid El-Cewherî fî Dîwan El-Şeyx El-Cezerî, rû 914. Ev jêder ji vir û pê de dê bi   (Zivingî) were nîşankirin.
      (11) Kovara Rewşen, hej 3, rû 63, sal:1989.
      (12) Dr. Bilec Şêrko. El-Qediyye El-Kurdiyye, bi zimanê erebî, rû 31. Ev jêder ji vir û pê       de dê bi nave (El-Qediyye El-Kurdiyye /Doza kurdî) were nîşankirin.
     (13) Dîwana Feqê Teyran. Pêşgotin, rû 8.

      (14) Dîwana Feqê Teyran, rû 104.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…