May 2014

Name (helbest) a helbestvan Mela Ehmedê Namî ji mîrê pênûs û alfabeya kurdî Mîr Celadet Alî Bedir-Xan re. Di roja derçûna hejmara yekemîn a ”Kovara Hawar” 15.05.1932an bi tîpên latînî, li Şamê.

DAXWAZNAMe

Min dî ronîkî hilbûbû ji Damas
Şefeq dabû cizîrê û erdê Qefqas

Li ber Birca Belek lêpirsiyar bûm
Mi gotî wan ku pênc herfê…

Bilind mela – Dêrik

Omîd û hêvîyên her miletî di cîhanê de duristkirina Dewleteke ku tê de bijîn û ev hêvîya her neteweyeke û mafekî rewa ye .
Kurd di cîhanê de gelek sîtem û zordarî dîtin û ketin bin destê rijêmên zordar û faşistî de .
Heger em li dîrokê vegerin kurd piştî şerê Çaldîranê di…

Cankurd

Min ji zû ve digot û dinivîsand, ku rêjîma zorbaz di nêv gelê Kurd de jî, hinde kes û komik kirrîne, ji xwe re bi kar tîne, û wê rojekê evana bibin hesinekî sorkirî, wê govdê gelê me û yê tevgera gelê me daxdidin, wê hebûna me wekî neteweyeke cuda ji ya Ereban hilweşînin,…

Merwan Berekat

Ji bo miletan, ziman ne tenê nasname ye. Ew hebûn, mayîn, welat û jiyan e, ango eger miletek bixwezibe xwe ji windabûnê biparêze, divê berî her tiştekî din, li zimanê xwe xwedî derkeve û wî di hemû warên jiyana xwe de bi kar wîne.
Ziman navnîşana serekîn a taybetmendiyên netewî ye, û ji wê pirtirîn…

Konê Reş

Di wî heyamî de, bi bîrbirin û naskirina derdora xwe re, ji min re hat xuyakirin ku gundê min Doda li ser sînor e, sînor bi mayîn û têldiryanan pêçayî ye, qedexeye ku em nêzîkî sînor û herdû şivên hesin bibin..
Erê di wê bîreweriya biçûkanî de, min tirên nas kir, ew…

Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

*-polat nerm dibê û yasaya heseniyê li bejna xwe dikê û hêjî Kurdo dibêjê:
ezim ew kurdê serk hişk û hesin.

*-rojhelat bi ramûsanan xatira ji rojava dixwazê, piştî tav hêdî hêdî bero lana xwe diçê û ji nûve kurdo hişyar dibê û bang dikê:
Hey hoo, dem û dewran di destê min de ye û…

Qado Şêrîn

Pîrê û neviyê xwe Azad li ser şîrê çêleka belek dijiyan. Pîrê hîn çêlek ji bavê xwe girtibû, hin caran şîrê wê difrot û ji neviyê xwe re cil û lîstik dikirî.
Neviyê wê Azad bi tenê bû, dê û bavê wî di bûyereke trafîkê de li ser riya Qamişlo Serê Kaniyê hatibûn kuştin, Pîrê…

Hejmara 24an a ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek taybet bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket. Di hejmara 24an de, çend germiçank hene, weke:
Gotar, Quncik, Lêkolîn, Ziman, Çîrok û Helbest.
Di van germiçankan de, nivîs û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.

Nivîsara destpêkê:
Qado Şêrîn: Çilo çêlek di nav lingên DYP de winda bû?.

Gotar:
Daxuyaniya…

Heyder Omer

Ev sernavê jorîn pendeke kurdî ye, ku zargotin û kelepûra kurdî jê dagirtîne. Pend encama serhata (tecrûbe) gelan û felsefeya wan di tenga gerdûnê û jiyanê re ye.
Yek ji giringtirîn taybetiyên pendê ew e, ku mirov dihurhutîne û ber bi ramanê de têve dide, û raman jî, li gor Eflatûn, mirovê derûnxweş…

Konê Reş

Erê, piştî ku xeta tirênê (Berlîn – Bexdayê) hat danîn, me ji hev re got; Serxetî û Binxetî, belê pêwendiyên me wek berê bi hev re man. Wek heyamê berê Menderî ji Serxetê dihatin ava bîra Doda a jorî, pezê xwe tanîn nav firêzeyên Doda, Sada û Çewdara.. Bihara pêrekên wan dihatin kerengan…