April 2012

Şerzad zeynelabidin
Bêy te bê cejn û biharim , bêy te her yê sare dil
Van axînka birm û xarim , derbeder bê ware dil
Dil rêvinge li şeva tarî , spêde qed xoya nebû
Çi doman û mij û moran , çendê bê heware dil

Gaveka ku te nebînim , ger bizanî hal çîye ?
Dozex û êtûn û agir…

Lewend Dalînî

Piştî çend rojan ji vegera herdû bira, Osman û Ferhan ji ser patozê, ku herdû her sal havînî diçûn çinîna genim û ceh; û karê wan jî drûtina devê çewalên genim bû.
Dema patozê diçinî, û hûr dikir, poş di paşiya xwe re diavêt û genim di gihişte jor û ê karker çewalên vala…

Amir.x.murad

payızek tenê nıkarê mın hışkbıkê
buharek nıkarê bıdê mın rengê şîn
ez tıcar helbesta xwe kın nakım go ez
xwînê bıservekım û hêstır bıkın şîn

* * *

ez evîndarê teme lê bıla navê te nekın zîn
heye xaka gorna werê û darka beko bêt vejîn
ezmanê tarıya dereng stêrka geşnabê bıhejîn
çavê mınî na rakevê yar ser çavên xwede bırjîn

* …

Brahîm Mehmûd

Yadê
Yadamin ya can sivik, dil mez in, giyan bê tixûp…
Gotina ku ji herdû rexan xwe bi yek watiyê dide
( yadê- Dayê), bi tîpa ku cih û dem xwe didine nasîn:
Eger ez bibêjim: Yadê, an dayê. Eger ez bibêjim caminê: Dê ji danê ,
caminê ji cihe, ji xakê ji cîhanê ye.. Ew e yadê: ya:…


Dr.Barî

„diyarî bo gulên nisrîn“

Ev Şev ne ji rêzê ye
çav westiyayî xewê ne
lê li ber xwe didin
çimkî evînî ji gundê me dibare

bêdengiya li ser evrazên tenahiyê Şikest
peravên buhuştê xuyabûn
te di nav de dibînim
nêrgzên min barkirin
ji fedya hebûna te

hey nêçîrvanê peyva bêdeng
nema toran vede
êdî hemî awir
bûne dîlên evîna te

dema lezok
sitûnên niiiiiiiimz ta ezmanan
hew têra evînê…

Lazgîn dêrûnî

Ey şêrînê nazelînê
Nû ciwanê gula zînê
Sorgula baxê evînê

Lêv şekirê rû befirê
Min di kujê bi awirê
Qey ti halê mi nabînê

Kezî marin tijî jehrin
Li ser mila ber bi xwarin
Ewin dermanê birînê

Du çavê reş zimanê xweş
Dil aşiqê wî riwê geş
Memê teme were zînê

Gulîzerê rû fenerê
Weke rojê di dê derê
Bejna…

Qado Şêrîn

Gelek ji me ne rola xwe dilîzin, ji ber wê em li paş mane, mirovek dikare boriyên soban, çeqmaqan, komputeran, biskilêtan, satalaytan, tv, radyo û saetan û gelek tiştên din çêke û di eynî wextê de dikare siyasetvan, nivîskar, rojnamevan û bilîmet be, ji textorî û enezyariyê jî fam bike.
Bi gumana min ji…

Luqman silêman

Xuyadikê îro dîrok xwe divegerînê li ser miletê kurd. Lê cî ne ew ciye û dem ne ew deme û kesjî ne ew kesin tinê pirs ew pirse û arzanî ew arzaniye.
1-Me teva di dîrokê de xwendiye çawe di sala 1920 an de kongirê Sîver li ser pirsa kurdî sekinî û bawer pê…

Nivîs : Melevan Resûl

Li roja 13/4/2012an , yaneya Ehmedê Xanî simînarek ramanî li ser regezperistiyê li gundê Bane Qesrê bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîr, niviskar, siyasetvan û xemxurên wêjeya kurdî ji bajarê Dêrika Hemko amade bûn , mijar ji bal mamoste Mihdî Şêx ve hate pêşkêş kirin , rêveberê şevê nivîskar Melevan Resûl destpêkê bi kêlîk…

Di roja şemiyê 07.04.2012 an de li bajarê Kasselê yê elmanî konferansê şeşa yê rêxistina partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê û bi amadebûna endamên partiyê ji hemû herêm û bajarên Elmanyayê hate lidaxistin, konferans li gor rêzana hindurû ku her du salan pêk têt, hate li darxistin.
Di destpêkê de birêvebirên konferans bi xêrhatina…