Yadê

 Brahîm  Mehmûd

Yadê
Yadamin ya can sivik, dil mez in, giyan bê tixûp…
Gotina ku ji herdû rexan  xwe bi yek watiyê dide
( yadê- Dayê), bi tîpa ku cih û dem xwe didine nasîn:
Eger ez bibêjim: Yadê, an dayê. Eger ez bibêjim caminê: Dê ji danê ,
caminê ji cihe, ji xakê  ji cîhanê ye.. Ew e yadê: ya: navnîşan,û ciheke..

Yadê..
Dayitiya te ez hînî çi tiştên hêja kirime: Ez hînî cugrafiya ûdîrokê kirime, bi zimanê te

Yê xuristî yê Kurdî min xwe naskirî ku ez ez im..  Lê ez çiqasî ezezok bûm, ji xwere bûm, lê tu ne ji xwe re bû, ta lalbûna te, di (Ayay-Aya) dengê te li ber dilê min dida..

Ta niha ku temenê min pêncî û şeş sal in, hîna jî ez fêrî navê te nebûme, ey Wesîla min: beryia mirna ta dîrokek bû û paşî mirina dîrokek bû. Ehhew çiqas sêwitya temenê mez in girane!

Hîna şîrê te di giyanê min de kat dide, ew metxan hişyariya min bû bi dehên salan yadê..

Va hih ez şiyar bûm li ser dûrbûna ya bê dawî û binî yadê..

De ka ezê çawa xwe vala bikim ji valahiya ku te di pey xwe re hiştiye?

Bêziraviya  min bibûrîne yadê ku min nikarîbû te ji êşa te biparêze..

Êşê çiqasî de te ji dar xistibû, lê tevî wiha jî te xwe dida jiyana me: Em keç û xurên te!

Te giyana xwe diyarî me dikir…

Oooh yadê! Di xweşiyêde  yadê , di nexweşiyê de yadêêê..

Tême dest û lingê te yadê..

Va ezê li xwe mikurêm yadê, ku jiyana xweş û hezkkir in ji rexê te dihatin, ku koçkirina te hînî jiyaneke  din kirime, daku ez dilê xwe ji jiyan û mirovan re fireh tir bikim..

Oxra te ya xêrê be yadê, cihê te buhiştî be yadê, silavê min bighîne bavê min, lê ez bihêvîme ku tu jêre nebêje: Kurê bi hewarê min de nehat, lê ez zoz didime te, û mirovên ku  li ber dilê min dan di şîniya te de, ku ez te hembêzî giyana xwe kim ta lerizandina dawî di laşê min de..

Yadê û hey yadê…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…