December 2011

Dr. Zara Salih

Ev bu dora 60 salî ku welatê Sûriyê dibin siya rêjîmek totalîtar de ye û taybetî rêjîma Ba`s ya ku welat xistibu zindanak mezin. Helbet bandora çand û siyaseta vê rêjîma sitemkar gelekî neynî bû li ser civaka Sûrî tevî û avakirina mirovan. û ji wê demê ve kurdan weke millet bersiva wê…

Arşevê Oskan

Di nav xiricira jiyana nivîsa bi kurdî de, wek masiyên bi ser avê bikevin, gelek nav jî bi ser rûpelan ketin, yan jî wêneyên wan li ber çavên xwendevanan, rojane hatine dîtin. Gelek ji wan navan tenê nav in, gelek ji wan tenê wêne ne û hin jî jiyana nivîsê dewlemend dikin, lê di…

Dr. Ebdilmecît Şêxo

Wek me berê jî di gotarekê de nivisî bû ku kongira me ya niştimanî di (26-27) .10.2011 ê de biryarek payebilind dermafê gelê Kurd de li Sûriyê istandi bû; (Mafê çarenûsî ji gelê Kurd re li Sûriyê di çarçewa welêt de heye ).
Bê guman kongire di vê baweriyê de jî ku…

Mişel Osman
( bavê Nisrîn )

Diyarî:
mamoste Mehmûd Sebrî

Gava rondik
di çavên mêrxasan de
diçrisin
tu tê bîra min
dayê

Kelogirî dibim.
Ava hêlê
Tê bîra min
Piştiyên pûş
Nanê tenûrê
Kilora pevçûnê
Bo dismalê
Çendî caran
Agirê tifikê gûr dibû
Çi bêjim
Dayê
Çi nebêjim
Li ser wî qelaçî
Kereng û pîvong
Berdana bîstana terhikên
di bin kulînê de
Jiyana
di nêv ebriwên bavê min de
windayî
Bi hezaran pirs û raz…

Mihemedê Seyid Husên

Dema ku mirov xoşewîstekî ber dilê xwe wenda dike, jana berbatê ya kulneder mîna pîzotên êgir di kûraya giyanê hezkeran de dixebitin, dema ku rêjîma malbatê Sûriya ji zêdeyî 40 salî ve li hemwelatiyan kiriye Giwantanamo, ango bi taybetî çiftikeke çandinî û avdêranê bo xwe saman kiriye, mîna golikê feq…

Di kongirê xwe yê dawî de Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê sekretêrek nû hilbijart. Li gor agahiyên malpera KurdWatchê parêzer û çalakvanê mafê mirovan Mistefa Oso bû sekretêrê nû. Sekretêrê berê Xeyridîn Murad dimîne endamê komîteya navendî ya partiyê. Mistefa Oso serokê Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriyê…

AHMAD QASIM

Berî girêdana kongira neteweya kurdî li qamişlo, gelek deng bilind bûn, di şêweya rexnekarîda, ku amedekarîya dibê ji bo girêdana kongirê ne dirustî nîşan didê, û gelek gilî û gazin ji komîta amadekar dibin li ser şêweya destnîşankirinên nûnerên serbixwe li yacîkî, û li yacîyê din, bi dûrxistina çend partîyan, û di…

Dr. Heznî Haco
heznihajo@hotmail.com

Welat bi giştî, lê em kurd bi taybetî ketine gerînokekê û serê tayê guloka rîs ji me ve wenda bûye. Me ne dezgehên parastinê, ne yên plandanînê ne jî xwedan AWAX yan firokeyên bê pîlot in. Ji ber vê yekê em berî danê nîvro yan êvaran li hev dicivin, ji aş û…

Melevan Resûl

Ji xewnên pîrebî azara canê bi şewat dikşînim , karwanê li qiraxa jibîrkirinê rawestayî li benda koçkirinê ye , omîdên di hinasa rûyê qermiçî de zerdêmin , bi xemsariya salan re berê xwe dane bêguhdanê , mijek bi tihna dûmanê tevlî pêta awirên li banî rawestayî qerimî mane , dayik bi tihna gewdê…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Sûriye li Rojhelata Navîn dewletek stratejîk e. Sûriye piştî ku ji bin bandora Împeratoriya Osmanî xelas bû, ket bin bandora Fransayê. Lewra Engilistanê piştî Şerê Cîhanê yê 1-emîn li Rojheleta Navîn siyaseta parçekirin û hikûmkirinê meşand. Loma jî li Rojhelata Navîn neteweya ereb jî û Kurdistan jî hat parçe kirin.

Fransayê heta sala 1946-an…