June 2009

Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Gelê Kurd, di Împeratoriya Osmanî de xwediyê statuyeke siyasî bû. Dema ku Împeratoriya Osmanî di Şerê Cîhanî yê 2-emîn de wenda kir û bi peymana Mondrosê biryara leşker belavkirinê hat dayîn, bi Peymana Sevrê jî avakirina Kurdistanê û Ermenîstanê bû biryar. Hezar mixabin bi Peymana Lozanê, Peymana Sevrê ji holê rabû û Gelê…

Melevan Resûl

Silav bo te kekê Yasîn ji ber vê berhema te ya ciwan .
Te rast gotiye birako , zimanê me çiqas rast û petî be , lê bêxwedan maye , mixabin piraniya nivîskar û rewşenbîran jê direvin û wekî daxekî li ber çavê xwe dibînin , heger gazinada te ji nexwendinê heye , gazinda…

Siyamend Brahîm
Siyamendbrahim@gmail.com

Min gotara berêz Heyder Omer ku di malpera (Diyarname) de xwend, Lê mixabin ew di gelek nerînên xwe de bi rengekî dûrî pirinsibê rêzdariyê nivîsandiye ?
Bi rastî min dil tune bû ku ez bersiva wî bidim, Ji bo çi?
Ji ber ku min ji çend camêran bihîst dibêjin: Siyamend ji pey rexnê…

Rêberê Silîvî

Bi hatina roja 14ê Hizêranê, 52 sal ji temenê tevgera me ya Kurd li Sûriyê kuta dibin û ew derbasî pêncî û sê saliya xwe dibe. Bêgomane ku demezirandina Partî Demokratî Kurdistan li ser destê hin kurdperwer, rewşenbîr û xemxurên gel û welat di wê roja bi nîşan ji sala 1957an de,…

Yasîn Hisên

Berî her tiştî ez dixwazim ji xwendevana re gotina Felafil bidim şirovekirin.
Felafil:gotinek erebî ye û nave xwarinekê ye ku ji Nokên hûrkirî çêdibe û wan weke hevîr girover dikin û di nava zeytê de di qelînin, xwaringehên wê li bajarên Ereban pirin û weke axê ne. û ji ber ku ev xwarin…

Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Oldar dibêjin beriya ku mirov ji dayîka xwe re çê bibê yanî beriya ku mirov çavê xwe li jiyan ê vekê Xwedê her tiştî li ser aniya mirov dinvîsê (yanî tiştê ku di jiyanê de werê pêşiya mirov ji qencî û ji xerabiyê)…!!?? ma nexwe li gor vê nêrînê wek ku oldar dibêjin…


Şepal Hêvo
Shepalhevo@live.de
Li vir…
Di navbera
Rastiyê û derewan de
Şerê awaz a jiyanê
Ji min dixwest
Tama hebûnê

Li wir…
Dûrî camêr û neyara
Sîber a min
Ji wêneyên gelawêj
Xweşya nebûnê
diçêre

Bona dîna
Maç û ramûsan
Bona mirova
Xaç û lêdan
Li hawîr
Çend firiştin
Li serê memikê wan
Çend niviştin
Veke û bi xwîne
Helbesta min
Veke û bi xwîne
Çîroka jiyana min


Firûx Firixzade
Wergerandin bo kurdî: Ciwan Nebî

Tu kes bi gulan narame,
ne jî bi masiyan.
Tu kes naxwaze bawer bike ku daristan dimire,
ku dilê daristanê di bin rokê de nepixî ye,

hişê daristanê bi rambûn
ji bîranînên şîn vala dibe
û hestekariyên wê
Û weke tiştekî cuda
di qurçikekê de diherifin.
Tenê ye meydana mala me,
daristana me
li hêviya barîna ewreke beyan dibaweşke
û gola…

Heyder Omer

Birêz Helîm yûsif di gotarekê, ku bi du beşan di malpera diyarname de weşandiye, bi dilşewatiyeke zor numa dipirse: „ Çima kes guh nade nivîskarê kurd?(1), û dibêje: „Dema mirov li rewşa çapemeniya kurdî, tevgera siyasî û civakî ya kurdan dinêre, ev paşguhkirina berhem, dîtin, şîrove û helwestên nivîskarên kurd bala mirov dikşîne…

B. Şiyar
Di 29-5-2009 de komîta amadekar ya şevbuhêrkan şeva xwe ya 82 an li darxist .
wiha her meh di hefteya dawî de şevek hemûreng ji çand û hunera kurdî li dardixe.
Mêvanê vê şevê ji bajarê evînê bû nivîskar û helbestvane tê nasîn bi navê (bavê Helbest )
Mijara wî ya vê şevê Rêbazên wêjeyî di helbesta…