Dilê min bi daristanê dişewite

 
Firûx Firixzade
Wergerandin bo kurdî: Ciwan Nebî
 
Tu kes bi gulan narame,
ne jî bi masiyan.
Tu kes naxwaze bawer bike ku daristan dimire,

ku dilê daristanê di bin rokê de nepixî ye,
hişê daristanê bi rambûn
ji bîranînên şîn vala dibe
û hestekariyên wê
Û weke tiştekî cuda
di qurçikekê de diherifin.
Tenê ye meydana mala me,
daristana me
li hêviya barîna ewreke beyan dibaweşke
û gola me vala ye.
Stêrikên biçûk û nûgihayî
ji jorahiya daran
bi ser zemînê de dikevin
Û ji pencerên mala masiyan
yên bêmad dengê kuxîna mala me
ya bitenê tê.
Bavê min dibêje: Dema min çû,
tiştekî min nema,
min rahijte barê xwe,
bi karê xwe rabûm.
Û di odeya xwe de
ji sibehê ta rojavê
yan Şahnameyê dixwîne,
yan Jinavbira dîrokan.
Bavê min ji diya min re dibêje: nalet li hemî civîk û masiyan were
dema bimirim
wê çi cudabûn hebe
ger daristan hebe
yan na?
Mehaneya min î rûniştinê têra min dike.
Jiyana diya min cilikeke nimêjê ye,
li ber deriyê tirsa dojehê raxistî ye
û diya min di binê her tiştî de
li şûna gunehan digere,
ji wê were
ku daristanê ji gunehê keçikan gemargirtî ye.
Diya min rojê tevî nimêj dike.
Diya min gunehkarek e xwezayî ye,
li ser hemî gul û masiyan bêhnên xwe berdide
û xwe pak dike.
Diya min li hêviya roja diyarkirinê ye,
li hêviya hatina roja lêbûrînê ye.
Û birayê min navê goristanê
li daristanê dike,
bi pirrbûna geyayên ziyanok dikene
û termê masiyên efinî
di bin çermê ava nexweş de dijimêre.
Birayê min hogirê felsefeyê ye,
dibêje ku dermanê daristanê
di wêrankirina wê de ye
û serxweş dikeve,
bi derî û dîwaran dikeve
û hewl dide
ku bibêje ez pirr westiya me, xemgîn im ez,
bêhêvî me.
Bêhêvitiya birayê min
timî li kolan û bazaran bi wî re ye
weke rojnameya wî ya bêrîkan,
weke hêsteyê wî
weke pênûsa wî ya xamê.
Biçûk e bêhêvîtiya birayê min
ta ku her şev
di eçqeya meyxaneyê de winda dibe.
Û xuşka min î ku dosta daristanê bû
ku gotinên dilê xwe yê sade bi xwe re dibirine
hogiriya xwe yî bêdeng û dilpak
_dema diya min li wê dixist.
Carnan kêk û rok diyarî malbata masiyan dikirin.
Mala wê li aliyê din ji bajar e,
di mala xwe ya duristkirî  de,
bi masiya xwe yî zêrîn î duristkirî re,
û di ewleyiya mêrê xwe yê duristkirî de,
di bin sîka dara sêvê ya duristkirî de
stranên duristkirî dibêje
û zarokên birastî tîne.
Her ku serdana me dike
binê çepûnê wê bi xizaniya daristanê gemar dibe,
xwe bi koloniyayê dişo.
Her ku serdana me dike avis e.
Tenê ye meydana mala me ,
her roj ji paş deriyê me
dengê teqînan tê,
hemî cîranên me bumbe
û tifingan di cihê gulan de
di daristanên xwe de diçînin,
hewzên xwe yên mermerkirî dipêçin
yên ku bêmebest dibine embarine bidizî ji barûtê re.
Û zarokan di kolana me de
tûrikên xwe yên dibistanê
tije bumbeyên biçûk kirine
û gêjbû ye daristana me.
Ez ji dema ku dilê xwe windakirî ditirsim.
ji ramana
pirr destên bêçare ditirsim,
ji nîgaşkirina pirr riwên biyan.
Ez
weke şagirteke dibistanê
ku bi dînbûn ji waneya endeziyariyê hez bike
tenê me
û hest dibim ku daristan
dikare derbas bibe
nexweşxaneyê.
Hest dibim…..
Hest dibim…..
Hest dibim…..
Û dilê daristanê
di bin rokê de nepixî ye
û hişê daristanê bi rambûn
ji bîranînên şîn vala dibe.

*Firûx  Firixzad: helbestvaneke Farisî ye di sala 1935 an de  jidayik bû,   di sala 1967 an de bi serpêhatiya tirmbêlekê mir_ bi leztajot.(wergêr).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…