Pirsek ji Xwedê…!? Û yek ji oldara…!?

Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Oldar dibêjin beriya ku mirov ji dayîka xwe re çê bibê yanî beriya ku mirov çavê xwe li jiyan ê vekê Xwedê her tiştî li ser aniya mirov dinvîsê (yanî tiştê ku di jiyanê de werê pêşiya mirov ji qencî û ji xerabiyê)…!!?? ma nexwe  li gor vê nêrînê  wek ku oldar dibêjin Xweda gunihkare û tiştê tê pêşiya mirov di jiyana mirov de tu gunihê mirov têde nîne, gunhê Xwedê ye çimkî Xwedê berê jêre nivîsanidiya û emir pê daye..!?
Gelo ma raste Xwedê vê yekê tînê serê vî mirovê ku ew ji hemî  lawirên dî xweşit kir çêkiriye û ziman dayê û çav û gav danê û mejî dayê. Ez qet nebawerim ku Xwedê li ser aniya mirov binvîsê wê çi werê pêşiya wî beriya wî bînê ser rûyê erdê. Baweriya min Xweda ji wesa mestire ji lewma ez di bêjim Xwedê vî karê kirêt nakê.
Weka tiştê ku hate serê Bîbî keçika Pakistanî ya hijde salî çimkî birayê wê yê yazde salî bi keçikekî ji Eşîreka ji Eşîra xwe bi şantir meşiye û dibê ku ew dil ketibin hev.
Lê wek ku hatiye gotin.
Wek oldar dibêjin Xwedê li ser aniya Xolam Ferdî ji Eşîra Xocar nivîsandiya beriya ku dayîk bibê wê ew bi keçikekîre bi meşê û wê gundî wî bi bînin û wê dadgiha Eşîra Mastoyîre ya ku keçik jê biriya rê bi dê û wê herin xweha wî ya hijde salî bînin û li pêşiya xelkê Eşîre wê li ser text girê bidin û li pêşiya bavê wê, wê çar zilam ji dadgihê herin cem wê ji ber ku Eşîra keçikê ji ya Xolam Ferîd bi şantire û qet çênabê ku ew dil bi kevê wê keçikê..
Heger ku Xwedê li ser aniya Xolam Ferdî nivîsandibê da ku ew dil bikevê wê keçikê mane xwe wî li ser aniya Bîbî jî nivîsandiye wê çar zilam li pêşiya xelkê gundê Mîrola û bavê wê di rêza pêşîde herin cem wê,  û wê  ji keçkanî bixin û wê tazî biînin malê…
Gelo Xweda li ser aniya tenê li ser anmiya kesê oldar dinvîsê tiştê ku werê pêşiya wî yan li ser aniya kesê ne oldarjî dinvîsê…!?
Gelo gunih ma li ku û ket stukra kîde û kî gunihkare Xweda yan Eşîra Mîrpla yan Xolam Ferîd yan……!?
gelo kesekî ji oldara dîtiye yan sihkiriye çîrokek wesa li welatekî ne Musilman çêbûyî. Ez bawerim tinê çi tiştê kirêt û hew jê pîstir heyî li welatê Musilmana çêdibin..

di baweriya min de ew Xwedayê ku li ser aniya mirov datînê wê çi werê pêşiya mirov beriya ku mirov çavê xwe li jiyanê vekê û xweşî û ne xweşiya jiyanê bi bînê ew ne tu Xweda ye..!?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…

Di vê qonaxa siyasî de ya ku herêm tê de guherînên kûr û lezgîn dijî, rastî êdî ne li ser bingeha prensîbên dadperwerî û mafên mirovahiyê tê avakirin, lê belê bi bandora hevseriyên hêzan û nakokiyên berjewendiyan ji nû ve tê avakirin; ku tê de nirxên prensîbî li pêşberî hesaban û hesabên hêz…