Zimanê felafil

Melevan Resûl

Silav bo te kekê Yasîn ji ber vê berhema te ya ciwan .
Te rast gotiye birako , zimanê me çiqas rast û petî be , lê bêxwedan maye , mixabin piraniya nivîskar û rewşenbîran jê direvin û wekî daxekî li ber çavê xwe dibînin , heger gazinada te ji nexwendinê heye , gazinda min ji hejmarek nivîskarên bêguhdan û bi zimanê erebî heye ku naxwazin xwe bi zimanê kurdî mijûl bikin , ji lew hewldana wan ji bo têkçûna zimanê kurdî ne kêmî helwesta rijęmê ye , bi qasî ew berevaniya zimanê Erebî dikin , sistemę bi xwe ew hêvî nedikir ! bihaneyên nivîskarên kurd ewe ku wan perwerdeya xwe bi zimanê kurdî nedîtye , ya dî jî ewe ku ziman nepirsgiręke di ravekirina bîr û baweriyan de , heme çi ziman be di berhemdan û afrandinę de ew li ţûna zimanê kurdî digre  , (belę waye heger mirov bi azadî ji xwere li zimanekî bigere),  lê xwezî ew li vê hendamê rawestaban , mixabin ew pêde diçin û hereţe bi naqird û devlękirinę li zimanê xwe dikin , mîna peyakî oldar li gundê me hebû , wî digot : ez Kelbê ţęxę xwe me .
Gundiyan  jêre gotin : Sofî bêjeya Kelb yanî kûçike , tu çawa wa dibêje ?
Sofî bersiv da : nirxê gotina Kelb ji ya kûçik bilintir e .
Me divê em ne sofî bin û ne mirîdê xelkê bin ,
Dest xoţbin birako , her çendî hinek malper hene vîto li nivî û navê min dane , lê bawerke ez ji wan kesęn yek bi yek li tîpa kurdî digerim , ew li ku be ez dixwînim .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…