March 2009

Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Sibê Newroz e. Rojek û demsaleke nû ji bo kurdan û mirovatiyê dest pê dike. Newroz, cejna kurdan ya neteweyî ye. Sembola azadî, serxwebûnê, xweşî, vejînê, têkoşîn û efirandinê ye. Ji bona dewlet û hêzên dagîrker û kolonyalîst û nîjadperest ,roja tirs û hejandina sîstem û pergala wan e.
Rojên beriya Newrozê, keç…

Bavê helbest

Silêman were pêşwaziyê
vaye mêvanê te hatin
Silêman
Xortin ciwanin
Ji dilê welatin
Nû hatî zavane

Silêman
Şêrênê dê û bavane
Nûnerê miletin
Silêman
Mûma pêxe Gula raxe
Dîlana newrozê
Li firdewsê
Lê li darxin
Silêman
Ger qedexe be
Li buhuştê
Nîşana cejnê
Kefen pêxin
Silêman
Mêvanên te
Mêrxasin mina te
Sîng li gulane
Gule barane
Silêman
Mêvanên te
Deng dane
Qamişlo mizgîne
Mêvanên te
Li ser doza hebûnê
çirisk di çirisînin
dilê me yê birîndar
bi hêviyan…

Piştî bi dûmahî hatina êvarîya helbestxandinê ya ku, Komela Hîvî jib o Hûner û Edebiyata li Paytexta Kazaxistanê Almata encam dayî, Nivîskarê koçber Bedel revo ji layê Komelê û serokatîya wê ve hate xelatkirin.
Komela Hîvî bi hevkarîya hind sazîyên hikumî yên kazaxistanê, êvarîyeka helbest û edebiyata kurdî li Almata sazkir, li pêşîyê Profîsor mensûrov Zûlxêr…

Ciwan Nebî
ciwannebi@hotmail.com

Dibe ku nivîsandin karekî qedexe be di rojê de,lewra di şevê de dibe qena di dawî de şev valahiya tewrî fireh be ji henteşiya nîgaşê re, ji xemgîniya ku bitenê şev ji wê re dibe neynikek re. Şeva ku bi tevî pilêtên sor, yên hildana lingên helbestê hildayî ew bar nake, ew…

Dr. Heznî Haco
Heznihajo@hotmail.com

Ez yek ji neviyên Hacoyê 3iyan im. Ew (Haco) hîn di zikê diya xwe de bû dema bavê wî, Hacoyê 2iyan bi destê Cimo, bi tevdan û palpishtiya osmaniyan, hat serjêkirin. Li ser desthilatdariya eshîra Hevêrkan, dijminatiyek pirr xurt kete navbera malbata Haco û Elîkê Betê li rexekî û…

Bihrî Bênij

Biharê biken gulên te hatin
Va dar û çîmen bi şax û kat in
Bilbil bi xwendin fir û lebat in
Bihn û rengê geş dan û xelat in
***

Pîrozbê li te krasê Newrozî
Dil berbendî te peyman û sozî
Şevnem û avî peşk û pîrozî
Rok û stêr û heyv pev re hilatin
***
Biharê bi ken gulzar …


Cîhad salih – waşinton

Xerîbim ez
Ji hemû tiştan
Diroka min bûye pelek di payiza cîhanê de
Helbest
Çûk
Dara dilê min hişk bû ji derdê awazê birîna min ya reş
Kerwanê xewnên min li ber bê hate hilweşandin

Ka evîna çavan
Ew kenê rojê
Xecxecoka li ber çem
Zarok bûm bê welat
Bê azmanekî sipî
Ez im dîwarekî bê reng
Stirana dilşad û peyva pirpirîka di nava…

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Gava diya min li kenê çavên me guhdarî kir, li min zîvirî û got: Bêbexto! Ez tenê dayê me!
– Dayê! Bi zimanê firiştan, himêza herî germ, ew bi xwe jî dayê ye.

Hertiştî, berê min bi te ve dikir.
Sibehê,
Bayê rojava, bihina te bi xwe re anîbû.
Sinbilên hevdîtinê dixwestin ji bistiya xwe…