Nivîskarê Kurd Bedel Revo Li welatê kazaxistanê dihête xelatkirin

Piştî bi dûmahî hatina êvarîya helbestxandinê ya ku, Komela Hîvî jib o Hûner û Edebiyata li Paytexta Kazaxistanê Almata encam dayî, Nivîskarê koçber Bedel revo ji layê Komelê û serokatîya wê ve hate xelatkirin.

Komela Hîvî bi hevkarîya hind sazîyên hikumî yên kazaxistanê, êvarîyeka helbest û edebiyata kurdî li  Almata sazkir, li pêşîyê Profîsor mensûrov Zûlxêr cêgirê zanîngeha dewletê kazaxî Nivîskar bedel revo pêşkeşî cemawerî kir û got:
Em di bextewerîn ku, îro Nivîskar, helbestvan û wergêrê hêja Bedel Revo li vêrê amadeye da ku, hin helbestên xwe nek jib o kurdan bi tenê, belkî jib u xelkê kazax û her kesê li ser axa kazaxistanê dijît pêşkeş biketin, herweha wî got, ji ber ku serokê zanîngehê nihe ne yê amadeye û jib o karekî li dervey welate, ez ji pêş wî ve bixêrhatina rêzdar bedel revo dikîn û ji bo welatê me ew bixêr bihêt, dîsan serokê komela hîvî rêzdar Muhhamed ehhmed berzî kurtîyek li ser jiyana Nivîskar bedel revo pêşkeş kir.

Piştî peyva vekirina ve çalakîyê û bixêrhatina nivîskarî û mêhvanan, hêja bedel dest bi pêşkeşkirina semînara xwe kir, li pêşîyê ew li ser serbûra xwe ya helbest û edebîyta rawesta kanê çawan wî li taxekê hejar li bajarê dîrokî li mûsilê dest bi nivêsîna helbestan kir û hewildanên xwe yên helbestê li pêşîyê di rojnama HHedba da belav dikirin, û ev yek wekî yekemîn serbûra xwe li qelem da.
Paşî behhsê qûnaxa dûyan ya serbûra xwe ya edebî kir dema li bajarê bexda li gel hind hevalên xwe yên xûdan serbûra edebîyta bi kurdî kir, h`eja bedel revo kesên wekî helbestvan Necîb balayî, Behcet Hirori, Mehfûz Mayî û Xalid Dûskî kir ku, ewan serbûreka kevintir ya bi kurdî nivêsînê hebû, dîsan div ê semînarê da, hêja revo behhsê têkilî û peywendiyên xwe yên nizîk kir, bi Nivîskar Sediq şero kan`e çawan ew bû palderek ji bo ku berdewamiyê bi nivêsîna bi kurdî bidet, helebstek ji wî ra kire diyarî, herweha berêz Bedel Revo berî seminara xwe bi dûmahî bînît, behsê serbûra xweya edebî ya dervez welat kir, herweha hind helbestên xwe pêşkeş kirin yên ku, li koçberîyê nivêsênadîn, û balkêşa ser wan hewildan û wegerandinan yên ku, ji bo danasîa edebê biyanî bi xwandevanên kurd û herweha xwandevanên biyanî jî bi edebîyta kurdî bê harîkarîya layenekî encamp didet.
Bedel  Revo silavû  rêzên nivîskarên kurdistanê jî gehandin gelê kazaxî û nama êketîya nivîskarên kurd liqê duhokê û serokê wê hêja Hesen silêvaneyî pêşkeşî xelkê amadebûyî û beşdarên semînarê kirin, herweha gotina birêz Hasan Silêvaneyî li bîr îna dema gotî: Bedel revo Cihê rêzgirtinêye jiber karên wî yên danasaîna edebiyata kurdî bi xelkê biyanî.
 
Bi xelatkirin û rêzgirtinê seminar bi dûmahî hat, herweha amadekarên vê çalakîyê ji bilî xelatê rêzgirtinê cil û bergên gelêrî yên gelê kazaxisanê pêşkeşî nivîskar bedel revo kirin û herweha gûtina nivîskarê mexrîbî rêzdar îbrahîm al-qahwecî li bîranîn dema derheqî B.revo dibêjît : Wî xem, azar weklat û ûmêdên xwe û yên nîştîmana xwe di cergê xwe da hembêz kirîne û li koçberîyê herdem li gel wî ne.
Nivîskar bedel revo wan rojên dîrokî yên li welatê Kazaxistanê û gelê kazaxî û kurdên xwecihên kazaxistanê qet û qet jîbîr naket herdem di zakîreya wî da di parastîne, piştî ku vegeryay welatê xwe yê dûyan nemsa herdem serûsîmayên wan nivîskar û kesên bi dilgermî ew pêşwazî kirî li bîr diînît.

Dr. Muhhamed Ehhmed berazî
Serokê komela hîvî li kazaxaistan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…