April 2008

Hozanê Girkundê

welatekî sitembar
kirasê bin destiyê
li xwe zîvar zîvar
kir û ber bi asoyekî
winda hêdî hêdî
hilkişîya belkî dikaribe
li wêderê bihnek
ji azadîyê li ser rûpelên dîroka
mirovatîyê wajo bike
û bi afirîne

welatek ji demek dirêj
govenda bûyeran saz dike
li pênas û navê xwe di gere
di nêv mija nîgaşên xwnade
di be mîna rewrewka leylanê
li pê dûmana hêvîyan tîdar…

Hêvî

Gula min li ber avê
Rengê wê ji xunavê
Pora wê reş û tarî
Ken ji lêvan di barî

Evîna min bo te ye
Dilê min li ber te ye
Yarê bes neke girî
Dilê min bi agirî

Em destê xwe bidin hev
Geş bikin jiyana hev
Serê min ser sînga te
Ez ketime buhara te

Tu kenê xwe ve gerî
Hêsrê çava ne barî
Ez şiyar bûm …

Komelya Ehmedê Xanî li Holendayê We rêzdaran vedixwînê simînareke çandî dike li ser Rola yekîtiya nivîskarên kurd –Duhok- di avakirina pirên rewşenbîrî di navbera kurdistanê de û dervî welat
Bi beşdariya mêvanên me ji Duhokê
1-Hesen Silêvanî nivîskar û helbestvan
2- Eval Nurî nivîskar
3-Xyerî Bozan nivîskar

Di roja : yekşembê 27.04.200
Dem :14.00
Navnîşan
St.olofstraat 21
2613 EK Deleft
Ji bo pewendiyan
Tel:0624560429,…

Tengezarê Marînî

Li nav bayî, min dixwest ji zû ve te bibînim.
Li nav bexçeyê zarê te, fêrkirina veşartî di yariyên zarokekî de.
Çavlixew ber bi te ve, hilgirê xema welatê êşê.
Ji zû ve, min dixwest te bibînim, di sîtavkên bêvirî de, bibim hilim.
Çend henasên min hene, li ber dergehê xewna te birêjim….

Berzo Mehmûd
22. 4. 2008

Ev kêşeya han çend babetên hawpêwend pevre tênê meydanê, û hemî jî li gel hev pêwendîdar in, ku ew jî “ziman” û “xwendin” û “xwendevan” in. Ev hersê mijar pevre di cokê de birêve diçin û yek li dû ya dîtir diçê, û evane di nav hev de kêşeya kêmbûna xwendevanên…

Ew şaxa ku 110 deh sal berê ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li xerîbiyê hatibû çandin piştî gelek ked, zor û zehmetî îro êdî bûye çinareke mezin û hem rehên wê hem jî siya wê digihîje her derên axa welat.
Tevî pêkutî û kêmderfetiyan jî rojnamegeriya kurdî gihîştiye asteke baş û gelek pêdiviyên gelê kurd…

Gêlo îsa

Rojnamegerî ew nînika civatêye di wê rêde gel xwe nasdike û xwe didê nasîn, rojnamegeriya kurd, ji berî sed û deh salan, li bîyanîyê li baytexta Misrê Qahîra bingehê wê hatin damezirandin, rojnama bi navê (Kurditan) hate xûyakirin, û li seranserî kurdistanê hate belavkirin, bi rêberî û pînosa ( Mîr Mîqdad Mîthet Bedirxan…

Bi boneya salvegera 110-an ya roja rojnamegeriya kurdî, bi derketina yekem hijmara rojnameya Kurdistan di 22ê Nîsana sala 1898 ji aliyê lawê malbata qedirbilind Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve li paytexta Misrê, Qahîrayê , li penbaeriyê û dûrî xaka bav û kalan.

Ji wê rojê de karwanê rojnamevaniya kurdî her berdewam bûye û tevî…

Cankurd

Pirtûk li Europa bi tevayî, û li Almaniya bi taybet, gelek giran û bihane. Bazara pirtûkê ‚niviştê‘ mezin û fireh e, û pêşanga hersal, ku li bajêrê frankfurtê li Almaniya çêdibe, xudan taybetî û nirxek berçavkirî ye, hem li ba civata xwende û hem jî li ber mediya.
Pêdiviya nivîskarê Europî bi karekî dî…

Mehmûd Badilî

Bibûrîne..
ku min nîv himêzkirin
di navbera pêçîyên bejî û çiçikên tî de
ber bi êvareke nîvçe de
bi kuştin da.

Bibûrîne ..
ku min nîv gav ji pistepistê
di ajot ber bi şerekî mezin de
wê gavê ..
heyv ji nav porê te dişemitî
û dilê min
di berxwe de dida,
wê gavê ..

ji tilîyên min
deshilanîn çênebû
taku porê te şehkiriba,
wê gavê ..
min nizanîbû
ku şevê…