Helbest u pexşan

Xewn

  Hêvî

Gula min li ber avê
Rengê wê  ji xunavê
Pora wê reş û tarî
Ken ji lêvan di barî

Evîna min bo te ye
Dilê min li ber te ye
Yarê bes neke girî

Dilê min bi agirî
Em destê xwe bidin hev
Geş bikin jiyana hev
Serê min ser sînga te
Ez ketime buhara te

Tu kenê xwe ve gerî
Hêsrê çava ne barî
Ez şiyar bûm  ji xewnê

Min nerî ez bi tenê

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…