Gêlo îsaBê guman, rojnamegerîya aza û pêşketî, bi demûqratî û aborîyê de girêdayîye, di çend salê dawîyê de, li hin beşên kurdistanê û bitaybetî li kurditana başûr rojnamegerîya kurdî berê xwe hêdî hêdî li pêşe, tevî gu ne li gor daxwaza serdemêye, lê herêma kurdistana bakur hênek derfetên pîşketina rojnamegerîya kurdistanî hatine afrandin .
Nemaze di /22/4/1898 an rojnama kurdistan serbest li Qahîra hat weşandin, Li welatê me li sûrîyê, ta roja îro azadîya rojnamegeriyê qedexeye, mafê belavbûnê ne serbeste, ji ber ku ta roja îro her tişt di bin bandora partîya behis da ye, rewşa awarte ya ku gel sûrî û bi taybetî gelê kurd têre derbas dibe, nahêle ku gel pîşbikeve, rewşa civatî li paş dimîne, gava rewşa gel ya civatî li paşbê, bê guman, wî rewşa çandî û aborî bi lez pêşve neçe, ji ber vê yekê rojnamegeriya kurdî li sûrîyê li paşe, lê pêwîste tevgera netewa kurdî bi şêweyên xwe rojnamegeriya kurd pêş bixe, bi kêmayî, ev rojname û kovarên di nav destên xwe de biparêzin .
Di bin sîya gulobelîzmê de, gelê kurd sûd ji malperên entirnêtî kirin û malperan rolek mezin lîstin, heye di pêşketina rojnamegerîya kurdî de, çi ji bo rakirina sînoran di nava beşên kurdî de, û nêzikbûnê mirovan digel hev, mirov bi hêsane dikare armanc û nêvîsên xwe bi gînê gel, li tevayî cîhanê .

Şîrove (0)