BEHÎNAME

Bîranîna sed û dehan ya rojnamegeriya kurdî pîroz be

   Bi boneya salvegera 110-an ya roja rojnamegeriya kurdî, bi derketina yekem hijmara rojnameya Kurdistan di 22ê Nîsana sala 1898 ji aliyê lawê malbata qedirbilind Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve li paytexta Misrê, Qahîrayê , li penbaeriyê û dûrî xaka bav û kalan.
Ji wê rojê de karwanê rojnamevaniya kurdî her berdewam bûye û tevî hemî astengî û dijwariyan ketiye bin xizmeta armanc û daxwazên gelê Kurd de.Ked û dijawriyên ku rêberê rojnamevanên kurd Mîr Miqdad Midhet Bediraxn kişandine niha bûyîne mûm û fenerên ku riya pêşeroj û serkeftinê bo me ronî dikin.
Di bîranîna 110 an ya zayîna rojnamegeriya kurdî de û derçûna rojnameya Kurdistan ê em di Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî de pêşengên leheng û xebatker bi rêz û hurmet bi bîra xwe tînin û sozê nû dikin ku herdem li ser rê û şopa wan bin di bin xizemta çand û rewşenbîrî û rojnamegeriya Kurdî de, û rêbaza Bedirxaniyan ya bi rûmet bişopînin, nemaze ku em kovara xwe ya werzî bi navê Hawara Nû her berdewam dikin.
Her weha, em vê rojê li hemû rojnamevan û ronakbîrên gelê kurd pîroz dikin.

Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî

22/4/2008

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…