January 22, 2007

Heybet Mamo


Çima yarê
şevger û şev çirayên te li palpiştên veşartokê
dipengizin
lat û hêrsên qedîfeyî ji zinarên baweriyê
Di ponijin

Deman, û dem li zeviyên gunehkaran bi rû nermî
Dirêjî ew kendalên rû
Li rêdana
Di axivin
Sexteyên do li kolanên şêwaziya;
diltenikî; destarên xwe
tawandikin,
bi guliyên Geft û goyên berze bilind xwe binav dikin
xunceyên dil di meşkande bi territî
nêçîrvaniyê Li dû dikin
tîşk û ronakbîrîyê…

Elwan Şivan

Ji bê dengiya îskên bê fermêsk
Di govend û dîlanên zîzokên payîza welatê min
Yên ku di zikê ezman de dileyîzin
û baweshînkên pora te

Xwelîya bablîsokan li min dibarînê
Kelekên bazirganên evînê talan dike
Di evîniyê de

Dimînin sos û biryarên jibîrkirinê
Ku di hewldanên dilê min de têk chûn
Sorbûna hinarkên…

Rodi Yezidi

Yabo qûrbano ma pirsa Kerkûkê bi tenê ji we tê xwestin, na qurban na heger hûn ji bo malxerakirina xelkên Kerkûkê bicivin emê ji doza hemû pirsên din ji Turkiyê bikin û Bawerkin pirsên me bê dawî ne ..? Amed e, Batman e, Mêrdîn e, Cezîr e, Mûş e, Wanê Şemdîlê ye û Bismil…