Pirsa Kerkûkê

Rodi Yezidi

Yabo qûrbano ma pirsa Kerkûkê bi tenê ji we tê xwestin, na qurban na heger hûn ji bo malxerakirina xelkên Kerkûkê bicivin emê ji doza hemû pirsên din ji Turkiyê bikin û Bawerkin pirsên me bê dawî ne ..? Amed e, Batman e, Mêrdîn e, Cezîr e, Mûş e, Wanê Şemdîlê ye û Bismil e, Fermana birayên meyî Ermenî û Fermanên Kûrdên Êzîdî Doseya we ya reş li cem Mafên Mirovan tiştên hûn li Îraqê dikin Swîqastên bi hezaran Mîtên wê pêk anîne………
Divê Turkiyê bizanibe heger ji bo çend ( Pîjyên ) me we civîna li darxîne û biryaran bide,

wê çaxê bila baş bizanibe go wan pirsgirêkên  din jî bo me cîkî mezin di siyaset û peymana gelê Kurdistanê de digire lê ji ber gelek sedemên siyasî û rewşa dunya yê Kurdan wan pirsana ji rewşa dunya yê ya bi ber dîmuqrasiyê ve diçe, xwe bê deng dikin .
Lê heger were û dîsa Tûrkiyê zulm û zora xwe berdwam bike li dijî pirsa Kurd û Kurdistanê Bila baş bizanibe go partî û rêxistinên Kurdan ji wê yekê re şiyarin û gelê me tucarî ji ber erkên netewî xwe nade paş û tiştê jê were xwestin  herdem amade ye.
Ji alyikî din ve heger em li Lotikên Turk davêjin binêrin hûnê bibînin go çendî Siyasetvanên Tûrkan li hevketî û nezan û ehmeq in.
1- Dixwazin têkevin Yekitiya Europa.
2- Dixwazin Lotikan bi  dewletên rojava re bavêjin di bin navê Dîmoqratiyê de.
3- Dixwazin hizr û bawriyên bavê xwe Ataturk bi cî bînin.
4- Dixwazin bi Ereban re biratiya xwe ya Osmaniyan ya bi xwînê stran dibûn berdwam bikin.

5- Dixwazin bi Îsrayîlê re dan û standinên xwe bihêztir bikin.
6- Dixwazin dîrokê bin ax bikin , da kes nema behsa wê dîroka bi qirêj û gemar bike.
7- Dixwazin pirsa kurd ne tenê li bakur, na li herçar aliyên Kurdistan bê deng bikin.
8- Dixwazin pirsa Kerkûkê ji li gor berjewendiyên xwe çareser bikin.

9- Dixwazin qubrisê di bin destên xwe de bihêle.
10- Dixwazin piştgirtiya dîmoqrasiyê lî rojhilata navîn bikin.
11- Dixwazin bi Îranê re li dijî hatina  Amerîka li Îraqê listokên qirêj bikin.
12- Dixwazin li dêrê nimêja sibehê bikin, û li mizgeftê ya nîvro bikin, û li ber dîwarê BÛRAQ li Qudsê cejn û selwatê xwe biken.       
13- Û  çi dixwazin û çi naxwazin..??  
Bawer im  her tiştên Turkiyê dixwaze û hîn me nîvê wan ne gotiye, bersivên wan li ba şivan û gavanan jî hene..
Lê tiştê go Turk ha jê tune û têneghiştine go dunya hatiye guhartin û di dunyakê peşketî û dimoqratî de çiye hovên mîna wan tune ne .
Pirsa Kerkûkê pirsa Kerkûkiya ye û pirsa Kurdistan û Îraqê ye. û ew lotikên we û yên li dora we civiyane wê  li serê wan hiş û reş  bigere.

  di 20-01-2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…