Fewaz Ebdê
Dibistana me ya ji kelpîçan
li hewşa wê
nigên me
weke rehên biçûk
di nav çamûrê de diçikilîn.
Em dikeniyan
dibezîn
û lênûs ji me re dibûn bask.
Banê dibistanê dilop dikirin
dilop.. dilop
mîna ku asman jî
bi me re waneyan binivîse
û tîp dikirin çemin biçûk
li ser maseyan diherikîn.
Wê sibehê
Mamoste yê me M.E. Sifûk
li ber derî rawestiyabû
çavên wî du pencere bûn
li dûûûr dinerîn
hêsirek mîna çûkekî tirsok
ji çav hat xwarê û got:
- Vegerin mal! Ẍessan mir!!
Gotina wî bû dîwarek ji bêdengiyê
û bi ser me de hat xwar.
Ẍessanî, waaa Ẍessanî
–weke ku me tu binav dikir-!
Tu stêrek bû di çavê me de diçirisî
Lê Sorikê
weke ewrekî reş
êrîş kir
destê xwe dirêj kir
û tu ji nav me revandî.
Tu bir cihekî em nizanin kuye
heye dibistaneke din be
dibistaneke ku
mamosteyên wê Firişt bin
û hevalxwendinên te qet namirin!
Niqare, Gundê me
navê wê
li ser dibistanê
mîna aleke tozgirtî, li ba dibû.
Zimanekî biyan li ber me danîn
Em neçar bûn fêr bibin
Gumlikeke teng li me kirin
tîpên wî zimanî
pişkokin beloq û linavhevketî bûn
pişkokin tu bi wan dikeniya Ẍessanî!
Ew gumlikê bêhna te teng dikir
Me li xwe kir û pişkok ji nav hev derxistin
me xewnên xwe û te
bi wan xemilandin
ta me zora xwediyê wî gumlekî bir
me ziman û rêzimanê wan ji xwe re kir çira
û cîhaneke taybet ji xwe re ava kir.
Em evîndarên xwendinê bûn
û hîna jî,
di dilên xwe yên biçûk de
me hêlîna hezkirinê çêkiriye.
Em li ser baranê
li ser çamûrê
li ser tîrêjên rokê
helbestan dinivîsin
helbestin ku ji bilî me kes naxwîne
û tenê canên me
li hewşa dibistanê pey hev dikevin
dikenin
diterpilin
û dîsa radibin..
Canên me yên ku
nizanin mirin çi ye!