GATA EVÎNÊ

Hozanê Girkundê
Te digot
Vîna min û te namire
Ta Em hebin
Wê destên me tim û tim
Di hevdebin
Te digot
Kulîlkên me
Bi hêsiran xwedî kirin
Tu caran naçilmisin
Te digot
Ji çavên te pêve
Ji tu çavên din Ez heznakim
Û pencera dilê xwe
Li pêşiya evîneke din
Ez venakim
Te digot
Ji kenê te pêve
Ez …bi tu kenê din na girnijim
Serxweş nabin
Te digot
Ji tiliyên te pêve
Tu tiliyên din
Pora min şeh nakin
Te digot
Peymana me da
Tu hêz ji hev tar û mar nakin
Te digot
Tu caran narevîn
Riya xwe bi me naxe
Û tîna dilê me sar nake
Te digot
Xewnên me wê bijîn
Çavên me
Ji rondikan wê rawestin
Te digot
Emê …jiyanê ronîkin
Bingeha hêlîna xwe ava bikin
Te digot
Mûmîya di zayîna
Dîdariyê de me pê xist
Babelîskên payîzênikare wê vemrîne
Te digot
Stêrka me
Li asîmanê jînê çandiye
Cîhan tevde nikare wê winda bike
Te digot
Gelo heye wê roja me biçe ava
Û konê tariyê xwe li me diyarke
Te digot
Gelo heye wê dengê
Çivîk û bilbilan
Ji gulîstana dilê me barkin
Te digot
Na ….na …nebawerim
Keştiya xeman
Di derya me de avjeniyê nake
Te digot
Me gelek kerwanên evîndaran
Bi rê kirin
Me gelek şevên xeydok
Ji xwe dil sar kirin
Me gelek peyalên meyê
Noşandin û vala kirin
Me gelek maçên agirînî ji lêvên
Hev talan kirin
Me gelek kulîlk li ber lehiya
Laylanê şandin
Bê ser û ber kirin
Me gelek şevbihêrk
Li bi sîya daran di xewde rakirin
Min gelek caran memikên xwe
Di nêv destên tede
Kenandin û pûç kirin
Te digot
Megrî dê megrî
Ji lewra Ez û tu namirin
Te digot
Bira temen me bidize
Bera porê me rengê xwe winda bike
Bera dînbûn li me bigere
Bera bi xewnan bêne xapandin
Bera reng tev li hev bibin
Bera cûdahiya sitemkar
Neyjena xwe saz bike
Bera lêvên me ji tirsa gotinan
Bilerizin
Bera kanî û cobarên dûriyê biherikin
Bera kevirên li ber serê miriyan
Biaxifin
Te digo
Emê ji hevre bin
Gîha li bin keviran namîne
Te digot
Evîna me wekî gerdûnê wekî avê
Wekî fîriştiyan û Xwedê
Wekî deriya wekî çiyan
Wekî axê wekî mirinê wekî bindestiyê
Wekî kevneperestiyê
Wê bimîne û Emê her bimînin te digot
_________________________ 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…