DEMA KU BARZANÎ HAT SEREDANA ME LI NIQARE

Fewaz Ebdê

 

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin. Sikakên ku rêzên xaniyên kelpîç ji hev cuda dikirin. Ew rêzexaniyên pala xwe didan hev mîna kalemêrên ku li hev diciviyan, û bîrdankê bêhtin ji temen ew westandibin.

 

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê ku ba bi nermî li guhkê mitêlê dida û xew bi min xweş dikir, Çem mîna ku bi giranî ji xew şiyar bibe, dest li kenarên xwe dipeland. Gir; zêrevanê kevnar, bi deyaxa xwe ya bêhempa gund diparêze. Û ez – Buhara terr ku hê dest dar negirtiye- li ser dikka li hewşê, min mitêl kişandibû serê û hê di xaçirêkên xewna ku min dîtibû de li hev digeriyam, ew xewna ku deriyên xwe nîvvekiriî hiştibûn.

 

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê ku min pêjnek kir û pistepist û tevgereke ne normal bihîst. Ez xweş dizanim ku ji bilî diya min kesek zû şiyar nabe. Demjimêra wê ya biyolojî ji Kuartzê hûrbîntir e: wê şiyar dike ji bo rabe nimêja sibehê, weha jî wê bi hatina dema nimêjên din agahdar dike; nimêjên rojaneyî ku ji me; ji zarokên xwe bêhtir li wan miqate ye.

 

Mîna zarokekî ku ziyanek kiribe, min qorziya mitêlê hilda, da ku karibim bi nîv çavî bibînim bê çi dibe.

Ohooo! Îro diya min gelekî bikêf e! Tu dibêjî ku stêrekek ji nav dilê wê ronî dide ta ku di çavan re dide der. Ji kêfa wê re, nema dilê min cih girt, çiko wê dema vala nedidît ku bikene yan jî kêfê bike; herûher bi nimêj û rojiyê mijûl bû, ligel vê yekê jî her bitirs bû, tirsa wê ji Xwedayê wê bû ku bi sedema gotinekê yan şaşitiyeke biçûk wê bavêje nav agirê dojehê. Û gelek caran dûbare dikir çawa Xwedê ebdekî xwe avêt nav êgir, tevî ku ji ser sicadê ranedibû û her Duşem û her Pêncşem bi rojî bû!

Min pirr xwest bizanim ka çi hiştiye ku vê sibehê weha bi kêf be, ev kêf ji ku bi ser de bariyaye! Bi hêdîka min mitêl ji ser xwe da alî, da bi min hest nebe û min nebîne. Li ser serê tiliyên nigan meşiyam ta li ber wê rawestiyam û bi girnijîn min jê pirsî:

  • Ha yadê! Çi heye tu vê sibê weha bikêf î?

Bi girnjîneke sivik, û berî ku bi dengekî hêdî bersivê bide, çavên xwe li dora xwe gerand. Li aliyê dikê nêrî weke ku dixwest rûnê û çîrokê bibêje, lê ji tirsa ku çirok jê bireve li cihê xwe ma, da xewn ji nav destan nereve:

  • Mele cotek gore yê hirî diyarî min kir.
  • Mele? Kî Mele?
  • Mele Mistefa.
  • Mele Mistefa? Li gor ez zanim, ne li gundê me û ne li derdora me kes bi vî navî heye!
  • Mele mistefa Berzanî lawww!

Mejiyê min li nav hev ket. Ez şaşomaşo bûm. Gelo heman Berzanî ye, yê ku zilamên gund wî weke qehremanê efsanekê binav dikin! Û her navê wî bi navê Kurdistanê re tê ser zimanê wan?! Gelo ew bi xwe ye Yadê xelat kiriye?! Kengî? Û çawa? Da ez dilê xwe di cî kim, min pirs berdewam kirin:

  • Mebesta te Kalko Berzanî?
  • Erê law.
  • Çawa, û kengî hat? Çima te ez şiyar nekirim ji bo min ew bidîta?!

Keneke sivik kir, biriqandina çavan zêdetir bû. Gotin linavhevketî ji dev barîn, weke dîlana serxweşan:

  • Di xew de bû lawê min! Hat xewna min, da min û got: Wê Zivistan pirr sar be keça min!

Herdû dest danîn ser sênga xwe, weke ku diyariyeke bêhempa himêz bike û bêdeng ma. Bi bêdengiya wê re  gund tev bêdeng bû, ta ba jî hinekî rawestiya da ku li çîrokê guhdarî bike, çîroka ku diya min vedigot weke ku bi rastî qewimiye, weke ku Berzanî bi berbangê re di navtarên Niqare re bûrî be û diyariyek li ber derîzana me danîbe. Diyariyek biçûk, lê rivîna germa wê li deverê tevî vedida.

 

Ez mezin bûm û xewn jî bi min re mezin bû, ta em gihan wê roja ku ez û diya xwe çûn seredana tirba Berzanî.

Min li wir ew xaniyên sade dîtin, ewên ku gund ji wan pêk dihat. Li şûna xaniyê Kalko rawestam, hê teqîna hewldana kuştina wî şûna xwe kolayî hiştibû. Gundekî biçûk, li jora wî çiyayê bilindî cîranê Xwedê, ku rê ji bilî bi ker û qantiran ne digihanê, ji bilî radyoke ku Pêşmergehan ew di neqebên wan çiyayan de bi xwe re digerandin, ti alavên ragihandinê tunebûn, di wê demê de Berzanî karîbû navê KURD bigihîne temamê dinyayê!

Li aliyê din zîvirîm, min dît diya min bêdeng, û bi bazgûrî li ser tirbê rawestiyaye. Darê wê di destekî de, û di destê din de cotê gorê hirî; erê gore ne xuya bûn, lê min dît bi miqatebûneke bêhempa hatibûn pêçan û di qorziya herî hêmin di dilê wê de parastî bû. Ew weke razekî gencî ku ticarî pîr nabe parastiye. Kiras û xeftanê şîn li ber ba dibin, riya Niqare ya berî berbangê bibîr tînin. Çiya bêdeng çavdêriyê dike, serê xwe ji nava xewnê derdixe da bibîne bê kanî qewêtiya Kalko giha, û binêre bê çawa keça wî nema ne ji serma Zivistanê û ne ji serma jiyanê ditirse. Min serê xwe hinekî rakir, min dît çawa diya min çavên xwe bi nermî digire, min di wan de xwend ku dibêjin:

 “Va ez li vi rim Mele Mistefa.. Va ez vi rim Babo. Ez hatime seredana te. Ez hatime ji te re bêjim ku diyariya te giha û hê jî germa wê di nav parsiwên min de ye, hê jî germa wê di dile min de ye.”

Di wê kêlîkê de, bi rêzgirtin çiya serê xwe çimand, û xakê gore yê hirî xistin nigê xwe, hingê serme gavekê bi paş ve vegeriya; rêzgirtin ji jineke ku germiya xewnê ta dawiya rê bi xwe re hilgirt, xewneke biçûk ji gunekî biçûkî li deştê bi xwe re hilgirt û anî li ser tirbekê li kumbita çiyê danî, tirba ku ji jor ve li dîrokê dinêre.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…