Bessam Mer’ê
Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku zilm bi xewnan re, û tundûtûjî bi hesreta mirovan a ji bo azadiyê nivîsiye .
Di romana wî ya bi navê “KU MARÎ BIKUJIN “, em rastî civateke ku ji hêla nirx û adetên ve bargiran e , ku dêtî tê binpêkirin, zarok ber bi sûcekî û tawenekê ve tê birin , û bêdengiya civakê hê kambaxtire .
Ew romaneke li ser desthilatê ye, ne tenê di wateya xwe ya siyasî de, lê di heman demê de li ser hêza herî kûr jî: hêza kevneperstîyê dema ku ew weke marekî dikeve nav giyanan û jiyanê dikuje.
Bi vî rengî, sernav bi xwe dibe pirseke felsefî: Mar li derveyî me ye an di hundurê me de ye?
Wergera vê berhemê bo zimanê Kurdî ji hêla M. Dildar Şako ve ne tenê hewldanek zimannasî ye; ew nûjenkirine jiyanekê ye. Dema ku wêje ji bo zimanekî tê wergerandin , ew dibe kiryarek berxwedana çandî û dergehek ji bo xwe-nirxandinê. Li vir, em ne tenê romanekê dixwînin; em birîna xwe ya civakî bi pirsên gerdûnî ve ji nû ve girêdidin û derfetek didin hizr û bîr û baheweriyên kurdan ku bi cîhanê re diyalogê bikn .
HEWLÊR 7-12-2025