Tengezar Marînî
” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê pîrozkirin. Rexnegir balê dikişînin ser wêneyên metirsîdar û şêwaza nivîsandinê ya jêhatî ya Kafka, ku bi awayekî zelal xwezaya nezanî û bêhişmendî û tirsnak a hebûna mirovan nîşan dide.
Perspektîva Wêjeyî
Avahiya Vê çîrokê: Vebêjiya /Narrative Kafka xwedan avahiyek dûzankirî ye, ku xwendevan di cih de dikişîne nav nakokî û tevûlivên hundurîn ên leheng. Bikaranîna hevok û lêkdanên kurt atmosfereke bi gumênî diafirîne, xwêner bi xwe re dibe, dadixe û bilind dike û wî dixe nav kûrahiyeke derûnî a karakteran de.
Sembolîzm/Nîşanderî: Di “Darizandin” a Kafka de, sembolîzma dewlemend dînamîkên tevlihev ên têkiliyên malbatî û avahiyên civakî nîşan dide, bi pevçûna di navbera bav û kur de, ku pirsên sereke yên desthilatdarî, nasname û nehişmendiya jiyanê çareser dike. Bavê Georg Bendemann nûnertiya nirxên baviksalarî/bavîtî û hêza otorîter dike, bi karanîna nîşanên êrîşkar hêviyên civakê ji mêran û bi taybetî ji kuran, nîşan dide. Têkiliya wan bi xebatên hêzê ve tête diyar kirin, ku tê de bavê Georg hem ji hêla laşî/fîzîkî ve hem jî ji hêla hestiyarî ve wî kontrol dike. Bi vî rengî wî şermezar dike. Ev hevok dibe sembola bidilbêjiya xwe, avahiyên otorîter û bêhêziya ku gelek kes dema bi pergalên weha re rû bi rû dimînin hest dikin, ku nîşan dide.
Ew di heman demê de nûnertiya kêşeyek û pirsgirêkek hebûnî dike, ku tê de Georg hewl dide, ji guvaşa nexweş a desthilatdariya xwe ya baviksalarî bireve, bi xwekuştina wî wekî kiryareke bêhêvîtiyê digihîje pêpeloka bilind. Nakokî ne tenê dînamîkên malbatî, lê di heman demê de dînamîkên civakî jî nîşan dide, ji ber ku bav nirxên irfûadetên kevin yên civakeke ku pêdivî aramiyê ye berceste dike, û darizandina netêgehiştî nîşan dide, ka avahiyên otorîter çawa bandorê li jiyana takekesane dikin. Kafka wan norm û nirxên takekesane, ên mirov neçar dikin, rastbûna xwe bikin qurban rexne dike, bav dike sembola civakeke hêza xwe li ser xweşiya takekesane ya malbatê datîne.
Babetên Hebûnê: “Darizandin” çîroka Georg Bendemann vedibêje, karsazekî ciwan e, nameyekê ji hevalekî xwe yê li derveyî welêt re dinivîse û behsa yana xwe dike. Di serdana bavê xwe yê nexweş de, Georg bi tawana dijminane re rû bi rû dimîne, ku bi biryarekê digihîje lûtkeyê, hukmê mirinê li ser datînin. Ev dibe sedema aloziya hundirîn û di dawiyê de dibe sedema xwekuştina trajîk a Georg.
Georg wekî bêewle û dudil tê xuyanî kirin, di navbera kartêkirina bavê xwe yê otorîter, ku nûnertiya kevneşopiyên baviksalar dike û pêdiviyên xwe de, asê maye. Bavê wî kontrolê dike, ku têkoşîna Georg ji bo xweserî û nasnameyê nîşan dide. Babetên sereke yên vegotinê nakokiya bav-kur e, ku sembola têkoşîna ji bo xwe-teqezkirinê ye, û lêgerîna li nasnameyê ye, di bin kontrola malbatî de.
Biryara bavê wî nîşana hestên sûcdariyê yên Georg e û bêwateyiya hêviyên civakî nîşan dide.
Tecrîd û havîbûn jî mijarên berbiçav in, ji ber ku tevî pêkolên wî yên ji bo bicihanîna hêviyan, Georg di dawiyê de xwe bi tenê dibîne. Çîroka Kafka wekî pêşengê hebûnparêziyê tê liqelemdan, ku behsa tecrîd û bêwateyiya jiyanê dike. Têkiliya di navbera Georg û bavê wî de aliyên psîkoanalîtîk/şiroveya derûnî eşkere dike, ku tê de bav superego/Ezeziya bilind a xwe diyar dike. Wekî din, Kafka rexne li avahiyên baviksalarî û zordariya takekesî ji hêla normên civakî ve digire.
Perspektîva Estetîk
Amûrên Şêwazî/Form: Şêwaza toreyî, wêjeyî ya Kafka bi zimanekî zelal, lê pirr caran balkêş tê diyarkirin. Hêman û kokên ên biyan û nenas têne bikar anîn da ku bêwateya rastiyê/Jîwariyê nîşan bidin, di heman demê de zivirînên ji nişka ve û veguhestinên neçaverêkirî ji jiyana rojane berbi asteyên dramatîk ên bilind, tengezariyek û perîşaniyeke dijwar diafirînin.
Logîka Xewnê: Vegotin xwedan taybetmendiyeke xewnane ye ku rastiya kevneşopî û avahiyên jîwarî/Realité dipirse. Bûyer nelibîr xuya dikin, hesta ku xwendevan di cîhaneke Kafkaesk* de ye, ku sînorên di navbera rastî û nîgaşê/xeyalê de nezelal dibin dide.
Dijberî: Berhema Kafka bi gelek dijberiyan re dilîze, wekî yên di navbera rastî û xewnê de, azadî û girtinê de. Di “Darizandin” de, ev belengazî bi taybetî di têkiliya di navbera Georg û bavê wî de eşkere ye, ku hem kişandin û hem jî dûrxistinê nîşan dide û tevliheviya girêdanên malbatê ronî dike.
Perspektîva Civakî
Avahiya Malbatê: Vegotin avahiyên baviksalarî ên civakê di dema Kafka de nîşan dide. Nakokiya di navbera Georg û bavê wî de sembola rûbirûbûneke bingehîn bi hêz û desthilatdariyê, û her weha baweriyên kevneşopî yên ku jiyana takekesî û pêşveçûna wê asteng dikin e.
Nasname û Berpirsiyarî: Xebatên hundirîn ên Georg dijwarîyên takekesê nûjen û moderin nîşan didin. Di civatek ku her dem diguherînê de, bizavê dike nasnameya xwe berçav bike. Hêviyên civakî û berpirsiyariyên li ser wî hatine ferzkirin, nakokî û perîşaniyên serdema wî nîşan didin.
Rexneya normên civakî: Di “Darizandin” de, Kafka rexneyeke li gor norm û nirxên civakî pêşkêş dike. Berhemên wî dikarin wekî şîroveyekê li ser xerîbbûna takekesî di cîhana nûjen de werin xwendin, ku tê de xwestekên kesane pir caran dibin qurbanê hêviyên kolektîf/bikomel.
Li dawiyê, “Darizandin” a Kafka vegotinek pirr-qatî ye, ku gelek mijarên edebî, estetîkî û civakî vedibêje. Karakterên tevlihev û nakokiyên sereke ji bo şîroveyên kûr û lêkolîneke berfireh a hebûna mirovan fersend û delîveyên dewlemend pêşkêş dikin. Teknîka vegotinê ya jêhatî ya Kafka û lêkolîna balkêş a pirsgirêkên derûnî û civakî mijarek bêdem a lêkolîna wêjeyî berhem dide.
Zimanê Çîrokê:
“Darizandin” Franz Kafka bi zimaekî balkê ş û şêwaza xwe ya zelal û kurt bandorê li xwendevan dike, dihêle ku ew bi hestên lehengên çîrokan re hevxemiyê bikşînîn. Sembolîzm û metafor wateyeke kûrtir didin zimanê çîrokê, nemaze di têkiliya di navbera Georg û bavê wî de, ku avahiyên otorîter li ber çav datînin. Ziman bi rêya avahiya hevokê ya ji nişka ve û zivirînên neçaverêkirî yên ku aloziya hundurîn a Georg ronî dikin, drama û tengezariyê diafirîne.
Rewşên derûnî vedibêjin, xwêner derabsî nav cîhana wî ya ramanane dikin. Kokê û hêmanên xewnane û nehişmendiya atmosfereek Kafkaesk diafirînin, di heman demê de dubarekirin hestan zêde dike û têkiliya bi jiyana rojane re tevlîheviya rewşê destnîşan dike.
“Kafkaesk” atmosfereke tevlihevî, bêwateyî û bêhêziyê vedibêje, ku bi şêwaz û mijarên vegotina Kafka ve girêdayî ye. Van taybetmendiyan ev têgeh di çarçoveyên cûrbecûr de dane naskirin da ku rewşên wêjeyî û rojane bi taybetmendiyên wekhev vebêje. Li vir çend taybetmendiyên sereke yên têgeha Kafkaesk hene:
• 1. Bêwateyî
• 2. Havîbûn
• 3. Burokrasî û avahiyên desthilatdariyê
• 4. Mijarên hebûnê
• 5. Aste û nirxdariyên xewnane
• 6. Bêçaretî û bêhêvî