Konê Reş
Berî çend rojan mamoste Vanês Mîranî ji min xwest ku gotinekê li dor navê (Pêşmerge) binivîsim.. Piştî ku ez pêlekê ponijîm, hat bîra min ku, min baş li dor naskirina xwe ji navê pêşmerge re di pirtûka xwe ya ku amade ye ji çapê re bi navê: (Serpêhatiya Min: Ji Beriya Mêrdînê Ta Cizîra Botan û Çiyayê Barzan), nivîsandiye. Ev in çend perçe ji vê pirtûkê:
Di destpêka salên 1963an de, temenê min dor 10 salan bû. Radyoya me li gund hebû.. Odeya bavê min ji zilamên gund û mêvanan vala nedibû.. Zilam li ser du rêzên kulavên himberî hev rûdiniştin, bi kişandina çixareyan û vexwarina qehweyê re axaftina wan ji aş û bajar, Serxet û Binxet û nûçeyên Şoreşa Barzanî û pêşmergeyan destpê dikir…
Min û birayê xwe yê ji min biçûktir, xizmeta mêvanan dikir û bi wan re li êzgeyên Kurdî guhdarî dikir.. Nexasim li li (Dengê Kurdistana Îraqê), da ku saloxên Şoreşa Mele Mistefayê Barzanî û pêşmergeyên wî zanibin.. Piştî ku nûçe bidawî dibûn, her yekî ji wan zilaman li gor hezkirin û dilxwestina xwe ji pêşmergeyan û Barzanî re, pesnê wan dida û kêfxweşiya xwe bi germî ji Şoreşa Barzanî û pêşmerga re tanî ziman.. Hina digot; îro pêşmegeyan wêranî bi serê cêşa (Artêş) Îraqê de aniye.. Mêr wek wan nîn in.. ku kesî me hebe Mele Mistefayê Barzanî û pêşmergeyên xwe ne…
Xelkên gund bi germî hez Mele Mistefayê Barzanî û pêşmergeyên wî dikirin.. çîroka serhildana wî li ser zardevê xelkên gund bû.. Xortên malê û gund divîbûn bibin pêşmerge û ji hev re digotin; ji bedêla ku em leşkeriya rêjîma Sûriyê bikin û di eniyên şerê Cihûyan an di qaçaxiya di navbera Serxet û Binxetê de bi gule û mayinên Tirko bêne kuştin.. Na, em ê bibin pêşmerge û bela em di ber Mela Mistefayê Barzanî de bêne kuştin, çêtir e.. Morala Kurdan bi wê şoreşê gelekî mezin bû û hêviyên wan pê bilind bûn… Hingê min û birayê xwe, nû navê pêşmergeyan dibihîst û ji ber pesindana zilaman ji mêraniya wan re, me di nav xwe de wateya navê pêşmerge wiha şirove dikir û ji hev re digot: Mêr mêr e, lê pêşmerge yanî ewên ku li pêşiya mêran e.. Anku ji mêran mêrtir in, ji hev re digot…
Ji wê biçûkaniyê ve û ta roja îro, ku temenê min bûye 71 sal, ez û gotina Barzanî û pêşmergeyan bi hev re dijîn..! Di nav salan de eşqa wan bi min re mezin bûye û mezin maye. Min Mele Mustefa wek sermelekê pêşmergeyan nas kiriye û navê wî di dilê min de hatiye neqişandin.. Ji ber vê eşq û evîna wan, wan dişopînim û pey nûçeyên wan digerim.
ji encamên wê şopandinê, yekemîn pirtûk ku min li dor wan xwendiye (Geştek ji bo Zilamên Leheng li Kurdistanê) bû, ya ku nivîskarê Amerîkî (Dana Adam Schmidt), ji encama serdana xwe ji şoreşê re, sala 1962an nivîsandibû. Digel hin pirtûkên din ku min bi Zimanê Erebî li dor kêşeya Kurd û Kurdistanê peyda dikirin û dixwendin wek: Pirtûka (Kurd), ya Basil Nikitin, pirtûka (Komara Mehabadê), ya William Eagleton û wilo..
Û wiha ez ketim meydana şopandina têkoşîna Barzaniyan; ji darvekirina Şêx Ebdulselamê Barzanî ve, di roja 14/12/1914an de, li Mûsilê, ta Serhildana Şêx Ehmedê Barzanî, di salên 1930/1931 de, û Şoreşa Barzan di sala 1945an de.. Û bi germî min da ser şopa Mele Mistefayê Barzanî di avakirina Komara Demokrat de li Mehabadê, di sala 1946an de.. Çûna wî bo Rûsyayê û vegera digel 500 pêşmergeyî re.. Di 11ê Îlona 1961ê de, li Başûrê Welat, bi teqîna guleyekê ji (Tivinga Berno), Şoreşa Îlonê (1961-1975), destpê kir û pêşmergeyan ala serxwebûna Başûrê Kurdistanê li dinyayê bilind kirin û di encamê de daxuyaniya 11yê Adara 1970yî hat morkirin. Piştî likumandina şoreşê di sala 1975an de, Şoreşa Gulanê (1976-1988), bi serokatiya Îdrîsê leheng destpê kir.. Û wiha ta ku Serhildana Milyonî di sala 1991ê de, serî hilda û di encamê de biryara 688an ji rex Netewên Yekbûyî ve, bi parastina Başûrê Kurdistanê hat diyarkirin.
Erê.. Gel mirovên neleheng nake leheng. Eger turaziya bijartina lehengan gel be, ew turazî ji zêr e.. Gel bi wê turaziya xwe ya zêrîn lehengên xwe dibijêre û navê wan di bîr û baweriya xwe de tomar dike.. Bi demê re xebat û bizava wan ji wî gelî re dibe dîrok.
Ne gereke ez navên lehengên gelê Kurd bêjim, bêguman PÊŞMERGE di serê tevan de ne.. Ewên ku navên xwe di huşê her Kurdekî dilsoz û xemxur de tomar kirine û dikin.. Ewên ku di şert û mercên dijwar de, hebûn û berdewamiya navê Kurdistanê parastine û diparêzin, ew pêşmerge ne.. Pêşmerge ne:
Nêçîrvanên azadiyê ne
Karwaniyên netewiyê ne
Ew dermanên Kurdaniyê ne..
Pêşmerge ne.. Pêşmerge ne.
Karwanên qonaxên dirêj in
Neyaran dikin gêj û mêj in
Pak dikin xakê ji qirêjê..
Pêşmerge ne.. Pêşmerge ne.
Nêçîrvanên vî zemanî ne
Afrênerên Kurd- zimanî ne
Parêzerên Kurdistanî ne..
Pêşmerge ne.. Pêşmerge ne.
Şehrezayên welatê min in
Barhilgirên xebata min in
Mûm, xetîr û şemala min in..
Pêşmerge ne.. Pêşmerge ne.
Ew sembola Rojhilat in
Cegerdar û xweş lebat in
Serbilindiya welat in..
Pêşmerge ne.. Pêşmerge ne.
Ew Qasimlo û Barzan in
Nehrî, Qazî, Bedirxan in
Hebûna Kurdistan in
Pêşmerge ne.. Pêşmerge ne.
Di encam de, min barzaniyetî qedera gelê kurd dît û kes nikare vê rastiyê veşêre.. Min pêşmergayetî di navê berzaniyetiyê de nas kir.. Min pêşmergayetî û berzanitiyê qedera gelê kurd dîtin.. Dinya û alem jî, berxwedan û hebûna gelê Kurd, di hebûna pêşmergeyan de dibînin.. Û ez Barzaniyê nemir sermelekê pêşmergeyan dibînim..
Dawî bi min xweş e bêjim ku, pêşmerge; siwarên azadîyê û pira serxwebûna Kurdistanê ne.