Serê Kaniyê

Ezîz Xemcivîn

 

1
Evîna dilber li ser dil danî

Naz û rinda min ji Waşokanî

dêm sosinî , anî heyva banî

derdê yarê da ser dil û canî

 

1

Serê Kaniyê
Helbesta yekem,

min li ber kaniyên te xwend..
Ji ”Xeraban” heta bi ”Seyrangeha Sîrop”
min tîpên dilê xwe ji evîna te re kirin ristik..

Ji nav taxên bîranînan,

li şevbuhêrk û şahiyan

li newroz û serpêhatiyan

bi navê zindîdar û girtiyan

bi serdana gulistana hêviyan..

Gavên min bi aliyê kaniyên avsar de diçûn,

bi ber xwe ve

wek masî dil û can dikêşandin..

Serê Kaniyê,
perestgeha dil

pîroztirîn perestgeh î tu..

Welatê ahîna evîna min,

çendî şev li bejna te tête pêçan,

ew şev baskê roja te ye..

2

Tê ji kaniyê, tê ji kaniyê

naz û şêrîn, binefş û alalê

tê ji kaniyê, tê ji kaniyê

rû geş e, yar bi kofî û şalê

2

Dikarî bûn xewê ji çavên me bidizin,
lê nikarin hezkirina baxçeyê hewşa te ji dilê me bidizin..
Dijminê geşbûna siriştê,
dê çawa gul, beybûn û laleyên te binpê nekin?
Tu yî Serê Kaniya helbesta min..
Bi çaya sibehê re bi bihna asmîna kenê te,
bi tîpên evîna me,
bi darên welatê me,

ji kaniya Banos,
ji kaniya Kebrîtê

ji comerdiya we min comerdî nas kir..
Dayika min,

ji xwe herdem te digot: ”Kurê min”
li bin darên Hinaran, Şevên me Kurdewarî bûn..
Kolanên bajêr ji min re şahî bûn..

 

3

Li Serê Kaniyê spîndar î

gulîzera paytexta Mîtanî

çivîka pênûsa Bêbuhar î

şev û roj li te dikim guhdarî

 

3

Li civata heyv û Stêrkan.
min evîna çavên te dihûnand.
Waşokanî!
Firindeyên te li jora Kaniyan sîwan dirêsandin..
Dayê, Evînê,
Firokên bêbextan narincok diyarî kenê zarokên te dikirin.
Li te dipirsim,

li bin kevirên zemîna çîrokê..

çavên min girtiyên wê girtîgehê ne..

Êşa min ne tenê serêş e,

xaniyê min gazî min û zarokên min dike..

Kolana min bi pêyên stemê binpê dibe..

Hawar bilind nabe û eger bilind bibe,

mîna destê zarokitiyê nagehêje heyvê..

 

4

Xemcivînê xaka welat im ez

dûrî yara xwe bê tebat im ez

kar û bizav û kêferat im ez

li ser tixûbê te hilat im ez

 

4
Diçûm civatan,

mal bi mal digeriyam,
min ji bîr dikir mêvan an jî mazûvan im..
Li Serê Kaniyê,
Tekoşîna jin û mêr,
li ber dengê şalûl û bilbilan
heyv û hetavê sema dikirin..

Ber bi jor ve diçûm,

min silav li deşt û newalan dikir..

Li ber awazên M. Elî Şakir
simfoniyên evînê di hundirê min de dihatin çandin..
Digeham ber sînor,

min hizir ne dikir ew dê li me bibe gurg

û xewnên me birîndar bike..

Sînorê devagir,
rewiştên me,

çîrokên me

pirtûkên me girtî mane,

li pişt dergehekî kîndar,

bi destên çepel pirtûk û pirtûkxaneyên me şewitîn..

Sobeyên me bê êzing û dar

dilê me di agirê wan de disojînin..

Erê ez dê çi bibêjim

civata min agir e,

pirsên min agir in

ez bi xwe

mal û can jî ardûyê te me, agir

Agiro!
Çîrok bidawî ne bûye..
Serê Kaniyê ji himêza me derneketiye û dernakeve..

=======================

Serê Kaniyê

 

Hunermendên beşdar:

 

Şêro Betê

Arîn Xan

 

Xwendina helbestê:

 

Ezîz Xemcivîn

Yilmaz Tekîn

Arîn Xan

Baran Heso

 

Helbest: Ezîz Xemcivîn

Awaz û dabeşkirina muzîkê: Şiyar Agirî

Keman: Lazgîn Xalid

Miks û mastirîng: Nîhad pro

Cil û bergê Arîn Xan: KURDISCH-STYLE-NOOR

Studyo: Wedding Home

Vîdyo Şîraz-

Derhênerî û Montaj: Nayif Ebas

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…