ZABÊL.. EZ ERMENÎ ME!

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve berew dahatûyeke bê sînor veguhêze.

2- Naverok û Şêwe; Mijar çi dibe û çawa dibe bila bibe, yê nivîskar duçare rûdanê wek ku rûdaye (Li dûv helûmercên zeman û mekan), bersiva Pêdivî ya Naverok û Şêweyê Romanê bide.

Piştî dazanîna van her du xalan bi kurtayî, vêca em berê xwe bidin ZABÊL û darijtina Mijar û Naveroka Romanê.

Mijar wekû diyar e, ji aliyê Osmaniyan ve Komkujiya Gelê Ermen ya di sala 1915` an de û xwedîderkeftina xelkê binecihê, ango Gelê Kurd bo Gelê Ermenî ye.

Ji darijtin û amadekirina Nivîskarê Romanê xweş diyar dibe ku li hember sîtemkariya Osmanî Sîtembariya Gelê Ermen, di encama kedeke berbiçav ya lêgerîn û lêkolîneke berfireh de kariye ev berhema hêja (ZABÊL) bigehîne ber destên xwendewaran. Her wusa Nivîskarê Romanê li hember vê rûdana narewa û diltezîn, bi hestê xwe yê tenik û mirovane ya digel hestyariya Netewa xwe, bi vî rengî beşdarî serpêhatiya Gelê Ermenî dibe:

“Serkîsê Kêvo Kî ye?
Gelo ez im?
Gelo tu yî?
Gelo ew e an jî em û ew in?
Pirsên xwe dike buxçikeka sawîran û li milê xwe dike.
Diçe li deriyê şevê dixe, li asmanê windabûnê li bersivên stêr û xweziyên xwe digere.
Serkîsê Kêvo yê ko bi temenê xwe biçûk e, ji lêdana şûrê nervînê ew pir êşiyaye.”rûp.14

Nivîskar, her wusa li dûv daxwazê bersiva xala duyemîn ya Naverok û Şêweyê Romanê jî dide:

“Mala Xelefê Şalaş ji maqûlên hoza Şerqiyan e, heta -ku- mala Xelefê Şelaş erêkirina xwe li axayekî ne kiribana, axatiya wî nedihate pejirandin.” rûp.109

Hêjayî gotinêye ku Nivîskarê Romanê bi şêweyekî hunermendane ya li hember darijtin û amadekirina vê Romanê erkê xwe bi duristî bi cih aniye.
Li dûv helûmercên Zeman û Mekan, bêyî derkeftin û dûrkeftina ji rewişt û şêwezariya herêmî, bi Kurmanciyeke xwerû, herikbar, hem berhema xwe ya nemir, hem jî dilovaniya netewa xwe ya li hember xuşk û birayên xwe yên Ermenî, -di nerîna min de- xweş amade kiriye û xweş aniye zimên.

“Jînenîgariya rizgarbûyekî Ermenî, bikim pirtûk û têkim nav destên xwendevanan, bikim sîleyek li rûyê sîtemkaran û li rûyê dîrokeka bêbext bidim” dibêje Nivîskarê Romanê…

Ji bîr neke ZABÊL
Ez -jî- Ermenî me

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…