yên ji stiranan hezdikirin

Evîn Şikakî


yên ji stranan hez dikirin
em bi tenê hêlan
li pey xwe dîwarekî bê derî hiştin
bi gavên xwe yên westiyayî
rahiştin sirîlî û heyranokên xwe û çûn
yên li helbestan guhdarî dikirin
pencereyên xwe bi guldankan xemilandin
tiliyên xwe di nav rûpelên pirtûkan de ji bîr kirin
bi henaseyên xwe yên tije gul
gurzên bêrîkirinê
bi çilpikên deriyan ve daleqandin û çûn
yên ji xewnan hez dikirin
destê xwe ji mayînê şûştin
tûrikên xwe tijjje bajar kirin
û ji xwe re li welatekî din geriyan
di ber xwe de jî digotin:
“esmerê tu li vir be ezê li gewrekê bigerim eger min
nedît ezê li te vegerim” û çûn.
ne gewr dîtin û ne jî li esmeran vegeriyan.
yên çûn em fêrî hunera jiyanê nekirin
ne me dizanî xewnên bi bask perwerde bikin
ne jî hêviyekê di meşka temenê xwe de bikeyînin
tenêtiyê em bi destê bêrîkirinê kuştin
lê…
hîn jî dilê me dikarin bê bask
ber bi asoyan ve bifirin
hîn jî çavên me
di reşika şevên tarî de ronahiyê nas dikin
ev nîvê ji me mayî jî bo wî nîvê din dijî.

**

Ji berhema nû: Keça dilê teme

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen -Kobanî

Dema ku em rêça dîrokê dişopînin, eşkere dibe ku projeyên berdewam serkeftîne, ew in ku ji dilê hêviyên gel derdikevin, û berjewendiyên wan diparêzin ,û li ser bingehên xurt û rêbazên rast têne damezrandin ku berdewamî û serfiraziya wan garantî dikin. Ji ber vê yekê, ramana ku mirovan…

Hecî Nehsan berhema xwe ya 13ê bi navê “Sî û Olan” di navbera dîwarên zindanê de nivîsand û weşanxaneye Nayê ya bajarê Îzmîrê çap kir.

“Sî û Olan” komhelbest e, ji 66 rûpelan pêk tê û 52 helbestan li xwe digre.

Helbestek ji wê pirûkê :

SÎ Û SÎ

<p style="text-align:...

Konê Reş

Wek ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi şoreş û serhildanên xelkên xwe navdar e…Û tevî qedexebûna zimanê kurdî, perçebûn û bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng, di warê nivîsîna bi zimanê kurdî, hunandina helbestan, danheva folklor û weşandina kovar û rojnameyan de, di…

Zara Salih

Bêguman, dema ku em behsa tovê bîroka hişiyariya neteweyî kurdî bikin, wê pêşî navê helbestvan û feylesûfê mezin Ehmedê Xanî (1650-1707),were ser ziman. Xanî tê naskirin mîna bavê hişiyariya neteweyî ya hemû Kurdan, ku eger em vê bîroka giring di çarçeweya dîrokî de binirxînin, wê Ehmedê Xanî bi sedê salan…