Helbest u Vidyo

TOLAZO

Ehmed Tahir

Çû û hat û zîvirî

Çi derew kir wî gawirî

Bi çend gotinê çirvirî

Welat firot û ne kirî

Li xwe kom kirin serserî

Kar kirin şer û berberî

Kerî dabû pey wî kerî

Serkêş bûye gîska gurî

Pesnê xwe da û kir gilî

Dîwar ji firan qulqulî

Kesê hat li wî terpilî

Goştê keran kirye qelî

Tovê kînê çand û danî

Em firotin bi hesanî

Çirto,Firto anîn xanî

Ziyan kirin bê wijdanî

Dane pey bê şop û serî

Gol kirin çirav û herî

Jê kêmin kurtan û tirî

Jê re bêjin tu çi kerî.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Stema xwînmij

Ezîz Xemcivîn Bi dilê te re çavê kesera min şiyar e! Dema bi bihna te bihna xwe dikêşîne. Rewanê te li xwe…