Silav li wê axa ku tu himêz kirî…

Şîlan Doskî

Silav li bajarê serbilindî û hêviyê
Axa ku her kolaneka wê çîrokek ji wêrekiyê ye….
Her kevirekî wê
govana pihêt û rawestanê ye….

Silav li asmanê te yê şîn,
ku xewnên gelê te vedişêre.
Silav li axa te ya pak
ku bi xwêdana karkeran,
rondikên dayîkan tê avdan.

Qamişlo bajarê vîn û dastanan,

ku di dilê te de
agirê azadiyê her tim geş e….
Silav ji gelê te
yê ku di dilê barovê de
ala hêviyê bilind kirine….
Şarê ku ronahiyek di dilê tariyê de
Silav li te û siberoja te ya geş.

Rojekê dê bayê azadiyê

kêliya te biramûse….
Ey helbestvanê gotinên agirîn
Seydayê min Cegerxwîn.

Hêviyên te hêj,
li ser lûtkeyên çiyayên Kurdistanê

sema dikin….
Axa pîroz,
dengê hestên te

di nava xwe de veşartiye…
her peyvek,
bi bayê axa welat re zindî ye….
Ew roj wê bê
Ku bihna azadiyê
Wek bayê hênikê zozanan
Çar caran kêliya te biramûse….
Û axa sar
germiya hestê xewnên te yên pêkhatî hest bike.

Seydayê ku bi pênûsê
girêyên ziman vekirin,
qeyd û bend pê re şikandin…
Û te bi hestên dilê xwe

ronahiya hêviyê, bi tariyê re dirût!
Bihna azadiyê
ewê peyama berxwedana pênûsa te

herheyî bike…

Û axa te wê bi evînê navê te
bi dengê sirişt re bilêv bike…

Silav li darzeytûnên te, Rojava
Li ser şaxên ku qasidê aştiyê ne

li rihên ku di dilê axê de berxwedar in.

Silav li pelên te yên ku behsa goblîna azadiyê dikin.
Li ber sîtavka pênûsa te ku

sêlwanek, sitargehek bo janên dil e!

darzeytûnên te, dîdvanê,
kul û kovanan, barovên dagîrkeran in….

Silav li fêkiyên te
ku tama jiyanê didin….

Û hêvî di dilê her nêrînê de, vedjenin…
Silav li wê axê ku tu himêz kirî…
Li her dara ku di bêdengiyê de
çîroka te vedibêje.

Silav li welatê nivîskarê Kurd
Seydayê min Cegerxwîn

   Silav li pênûsa ku bi xwîna dilê xwe nivisî
Ji gotinên ku ji birînan derbûn….
Ey nivîskarê ku pênûsa te
Hê hewara bêdengiya wijdanê dişkine…

Axa ku te hemêzkirî
Bi bihna evînê û berxwedanê
Di nava xwe de parastiye.

Silav li gora te,
ku çirayek ji bo azadiyê pêxistiye.

Navê te di dilê dîrokê de nexşandî ye.

 

Şîlan Doskî

Ji dîwana min Rondikên Pênûsê

Sala 1991 ê Ûrmiyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…