Pistepistek di guhê Mizgîn Hesko de

Bavê Zozanê 

Ji xwe em tev helbesvana kurd Mizgîn Hesko dinasin ku xwedî berhemên berbiçav e ,zêdetirî 15 dîwanên wê yên helbestan hene. Mizgîn Hesko bi xwe ji rojavayî kurdistanê ye, li biyaniyê li welatê Elmaniyayê rûdine.

Bi rastî berhemên wê ,helbestên wê balkêş in cihê dilşadiyê ne, bi zimanê dayikê dinvîse -Zimanê kurdî- zimanê helbesta wê em dikarin bêjin cudaye ji zimanê axaftinê ji xwe ziman yan jî helbest hest û kela dilê helbestvan e,wisa jî xwîner dikare helbestê ji axaftina rojane nasbike ji ziman û mûzika wê a xweber ku dikeve dilê mirov de û eger herdû lihev nekin dibe kêşeke mezin yan jî piroblêmeke berz..

Pirê caran min gotiye ku helbest ew peyva yek ser dikeve dil de ,ku wî têxe xefka dîlbûnê de ,ew peyva pêwistî nake ku merov paşî here li ferhengan lê bigere,helbest ew çira ku pinpinîk xwe li dora wê dişewitînin.

helbest manendê wê mûzîka resen e ku xwîner ji dil û can sema û dîlana xurfanî li ber dike,peyva ku mirov mest neke ew ne helbest e,peyvên gijomijo helbestê  bi quncir dike tilehên helbestvan xwîn î  dike dilê xwîner jî reş dike.

Çênabe helbestvan peyvê  bivezlîne,stwê wê xwarbike wê nîv rût û tazî bike tenê binkirask lê bihêle,çênabe bihêle ku xwîner têbînî bike ku ev peyiv naşibe peyvên kurdî -Ciwan navê law raste, neraste em bêjin Ciwana bo qîzê eva bû tanîsa erebî-mebesta min  peyva kurdî resen e, cihê xwe ji dehê salan ve  girtiye û em rewşa xwe ya derûnî  ya ramyarî ya ramanî ya civakî bi wê peyvê bi xwe  derbirîn dikin..Pirsa minî herî zelal çima em bi peyva xwe a taze dilîzin yeke çepel li şûnê bikar tînin îda helbesta xwe seqet dikin.

Bêguman ez bi gişti dibêjim ser hemî helbestvanan ji xwe dibe ku helbestvan Mizgîn Hesko pirê caran dûrî vê çavdêriyê be pirê helbestên wê birêkupêkin xweşikin qeşengin. Mizgîn Hesko pirtûkxana kurdî  bi dîwanên xwe xemilandiye.Lê carna bi mebest yan bê mebest Mizgîn Hesko bi xwe jî di vê golê de werdibe,carcarne gotinan li gorî teşya xwe li welatê diyasporayê dirêse vêce mixabin piştî vê geşpêdana teknolojî  li va welatan ne teşî û ne jî serad bi hewara  mirovan ve  nayên .

Duh wisa ji nişkave çavê min bi vê peyva mamosta Mizgîn Hesko ket-wek nimûne ne wek tevahî-dibêje:

Ji dil û giyan ez spasiya …Wa min xêzek li bin giyan danî. Mane bi dehê caran me ev hevok nivêsandiye,yan jî xwendiye lê newek mamosta Mizgîn Hesko dibêje dibe ya wê  ripîrast be…Lê bav û kalê me gotiye û ta niha jî dibêjin -Ji dil û can- niza gelo pêwist e em herdû hevokan daneberhevbikin, yan yek ser em dikarin bêjin ku ji dil û can xweştir û siviktire ji dil û giyan ez dirêj naçim tenê biryar û navbirê bo we dihêlim xwendevanên xuşewîst.

Ya dîtir –Ji ferhenga lêgeryanê -pirê caran helbestvan Mizgîn Hesko vê hevokê wisa dinvîse ,wisa bikar tîne ,rastiya vê hevokê ciqa heye ez nizanim lê ez dizanim ku peyveke girene hinekî tirş e bi min nayê qurpandin, dive ku ez şaş bim lê di bawerya min de peyveke ne seyre .Ez naxwazim bêjim ka şûna wê peyvê çiye ,dîsa gotina dawî her wê ya we be hevalên hêja.

Ev parçe yan jî ev malika ku helbestavan Mizgîn Hesko dibêje:

Pencereyên dilî

Bi reyhanên bejnê

Xemilîn in.

Gava çavê min bi vê malekê ket yanjî dema min xwend yek ser wek helbesteke wergerandî mi dît,bi ser wî rengî ve diçe.

Peyva dilî bawerim hinek telîhveiyê di hişê xwîner de çêdike niza helbestvana me ew peyv wek rengdêr bi kar aniye niza bi şêwe û zaravê koçerî nivîsiye..

  Hevoka din Bi reyhana bejnê xemilîn in .Ew jî pê hatiye lêstin ti bersiv li ba min peyda nabe ..

Bi rastî naxwazim dirêjkim tenê ev hersê têbînî wek nimûne li ber destê Helbestvana kurd ya xwedî ked hevala hêja Mizgîn Hesko radixim tenê ji bo zelalkirinê ne bîtir ..Ev gotar tenê pistepisteke biçûke di derya helbestên Mizgînê de ku timî mizgîna pak û geşbîniyê ye, çiroskên wê ezmanê diyasporayê hêz û geş û ronî dike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…