Tengezar Marînî
Dema ku Dr. Schmalstieg û min di sala 2023an de, ji bo kovara die horen (Hejmar 293) têkilî bi nivîskarên kurd re danî, navê Karosh Taha li pêşiya min derket. Jixwe berhema wê ya bi navê “Rêkûpêkiya Serjêkirinekê” dengê wê yê wêjeyî yê xweser nîşan dida, dengekî ku bi zanebûn pîvanên vegotinê dixe nava guman û tevliheviyê. Di romana wê ya bi navê Gulistan de, ev stratejiya helbestkî bi taybetî li ser asta zimên, avahiya vegotinê û têgihiştinê bi awayekî domdar tê pêşvebirin.
Roman çîroka Gulistanê vedibêje; jineke kurd e ku di dema desthilata Seddam Huseyn de li Îraqê dijî. Jiyana wê ya kesane bi şert û mercên siyasî ve bi tundî girêdayî ye. Tundûtûjiya siyasî ne tenê wekî paşxaneyeke dîrokî, lê belê wekî hêzeke avaker a jiyana taybet derdikeve pêş: Ew têkiliyan, nêrînên li ser nasnameyê, pêvajoyên bîrê û derfetên derbirîna zimên diyar dike. Bi vî rengî, roman dîroka siyasî û têgihiştina kesane bi hev ve girê dide.
Windabûna Çîya, ku mêrê Gulistanê ye, dibe xeleke girng di vê romanê de. Windabûn û nebûna wî valahiyeke vegotinê diafirîne, ku bi zelalkirineke yekalî nayê diyarkirin. Berevajî vê yekê: Bi vegerandina wî ya paşerojê wekî hevșêweyê Seddam Huseyn î, pirsgrêka nasnameya wî girantir dibe. Vegerîna nebûna wî ranake, lê belê wê vediguherîne aloziyeke têgihiştinê. Çîya hem di lêş de amade ye û hem jî wekî kesekî naskirî cihê gumanê ye. Ji ber vê yekê, endaziyariya hevşêwîbûnê wekî nîşaneke bêewlehiya nasnameyê kar dike û di heman demê de, balê dikişîne ser destwerdana siyasî ya di jiyana taybet de.
Babetxaneya dorhêla dikanê (atolyeya) terzîtiya Çîya bi xwe jî nîşan dide ku ziman û desthilata siyasî çiqasî bi hev ve girêdayî ne. Navê kurdî yê Gulistanê dibe mijara kontrola dewletê. Rakirina navî eşkere dike, ku ziman di bin şert û mercên dîktatoriyê de ne tenê ji bo ragihandinê tê bikaranîn, lê di heman demê de dikare bibe nîşaneke naskirina çandî û siyasî. Di vê çarçoveyê de tê gotin: “Navê wî Çîya çiyakî bû ku ew xayin kir.” Bi vî rengî nav xwediyê erkekî ducarî ye: Ew kesekî dide naskirin û di heman demê de metirsiya wî ya siyasî eşkere dike.
Ev têkelbûna tundûtûjiya siyasî û forma zimanî li ser asta sintaksê (rêzimanê) jî berdewam dike. Taha pir caran dev ji bêhnokê (komayan) berdide û avahiyên hevokên derbirînane diqetîne. Hevokek bi vî rengî ye: “Ev yek xelkê di rewşa welêt de di nava gumanê de dihêle gelo nexwest bê deng û behs ragihîne …” Nebûna xalbedariyê (interpûksiyonê) qelebalixeke sintaksîk çê dike ku tê de bîr û ramanên cuda yekser li dû hev tên. Bi vî awayî sînorê di navbera yekîneyên têgihiştinê yên takekesî de qels dibe. Forma zimanî bi awayekî vegotinê re têkildar e, ku tê de bîr, dema niha û bîrdozî bi awayekî zelal ji hev nayên veqetandin.
Di vê çarçoveyê de, bikaranîna xalbendê (dubalê) jî wateyeke avakirî werdigire. Ew ne xaleke dawîkirinê, lê belê vekirineke ramanê nîşan dide. Hevokek diçe nava ramaneke din, têgihiştinek diçe nava bîrûhizran an jî çavdêriyek diçe nava perspektîveke nû. Bi vî rengî sintaks dibe rêbazek ji bo girêdan û guhertinê.
Nîşandana axaftina Gulistanê jî ji aliyê teşeyê ve girîng e. stemkariya wê bi awayekî tîpografî tê nîşankirin. Bi taybetî di wan rewşan de, ku ew neçar e li hember saziyên dewletê bi zimanê erebî biaxive, bêewlehiya wê ya zimanî derdikeve holê. Bi vî awayî ziman wekî pêvajoyeke laşî tê nîşandan. Rewşa siyasî ne tenê li ser gotinên Gulistanê, lê belê karîgeriyê li ser karîn û şiyana wê ya axaftineke, hêsan, rewan û bêkêmasî jî dike.
Bingeh û avahiya vegotina romanê piştgiriya vê bandordibe û tê kirin dike. Perspektîva vegotinê ne bi cîh e; dengên cuda, bîr û şêwazên têgihiştinê serî li hev didin. Ji ber vê yekê, desteka vegotinê ya serdest û yekalî tune ye ku hemû bûyeran bi awayekî zelal rêz bike. Berevajî vê yekê, ji xwendevên tê xwestin ku astên ciyawaz ên têgihiştinê bi hev ve girê bidin. Bi vî rengî, bêewlehiya vegotinê dibe beşek ji pêşwazîkirinê.
Ev rêbaz bi taybetî di dabeşkirina formel a paşerojê ya rûpela pirtûkê de diyar dibe. Astên vegotinê an jî çalakiyê yên cuda bi awayekî paralel tên pêşkêşkirin. Rêxistina cîhî ya nivîsê bi vî rengî erkê vegotinê digire ser xwe: Rûpel hevdemiya têgihiştin û astên çalakiyê yên cuda berçav dike (nîşan dide). Form û naverok li vir di têkiliyeke rasterast de ne.
Pirzimanîya romanê jî divê ji vê perspektîfê ve bê dîtin. Hêmanên zimanî yên kurdî, erebî û îngilîzî çand û çarçoveyên siyasî yên cuda nîşan didin. Guherîna ziman dikare nêzîkatî an dûrahiyê çêbike û di heman demê de amajeyê dide qadên nasnameyê yên pirreng ên lehengan. Ji ber vê yekê, pirzimanî ne tenê taybetmendiyeke şêwazî ye, lê belê beşek ji nîqaşa babetane a bi vegergeh û bîrê re ye.
Ji van çavdêriyan mirov dikare avahiyeke estetîkî/ciwanî ya navendî ji romanê derxîne: Parçebûna formel bi parçebûna tematîk a dîroka jiyan û bîrê re li hev tê. Windabûna Çîya valahiyeke vegotinê diafirîne; sintaksa parçekirî valahiyên zimanî çê dike; perspektîvên ku diguherin pozîsyoneke rastiyê ya zelal kêm didin nîşan. Asta cuda ya parçebûnê bi vî rengî bi hev ve girêdayî ne.
Lêbelê, divê parçebûn ne tenê wekî nîşandana traumayê were têgehiştin. Ew xwediyê erkê zanînê jî ye. Roman pirsê dike, ka gelo bi rastî jî rastiya kesane û dîrokî dikare bi tenê ji yek perspektîvê ve bi tevahî were girtin. Awayê vegotinê yê parçekirî napejirîne ku sentezeke zelal çêbike û têgihiştinê bixwe dike mijara nîşandana wêjeyî.
Ji ber vê yekê, pîvana siyasî ya Gulistanê bi giranî ji hevrojiya naverok û formê derdikeve holê. Desthilata Seddam Huseyn ne tenê wekî babeteke dîrokî, lê belê wekî desthilatekê xuya dike, ku digihêje nava zimên, laş, bîr û nasnameyê. Hevşêweyî (doppelgänger) Çîya vê destwerdana siyasî ya di jiyana taybet de, bi awayekî berbiçav diyar dike: Rûyê takekesî bi rûyê desthilatdar re tê ser hev.
Bi vî rengî Taha helbestkariyeke şikestinan pêş dixe, ku di nava wê de parvebûna vegotinê, ziman û naverokê digihêjin hev. Bîr ne wekî paşerojeke ku bi awayekî xêzî (lînear) tê ji nû ve avakirin, lê belê wekî pêvajoya dubarebûnê, ser-hev-ketinê û şîroveyeke nû derdikeve pêş.
Têgihiştin ne wekî sazgeheke pêbawer, lê belê wekî tiştekî perspektîvane û birîndar tê nîşandan. Ziman jî bi xwe vê bêewlehiyê ne tenê radigihîne, lê belê wê li ser asta avahiya nivîsê diafirîne.
Serkeftina estetîkî ya navendî ya Gulistanê di encamê de di girêdana domdar a form û naverokê de ye. Roman ne tenê qala rastiyeke, ku bi tundûtûjiyê hejiyaye dike, lê belê zimanê xwe li gorî prensîba vê hejandinê rêk dixe. Sintaks, xalbendarî, guherîna perspektîvê, valahî û sêwirana tîpografî dibin rêbazên ku bi rêya wan bîr û tundûtûjiya siyasî di asta wêjeyî de tên hestkirin.
Ji ber vê yekê, nabe ku “şikestinên” romanê tenê wekî taybetmendiyên şêwazî yên sade werin têgehiştin. Ew di rastiyê de bingeha avakirî ya helbestkariyekê pêk tînin ku tê de bîr, nasname û rastiya siyasî wekî hêmanên bêşûngirtin û girêdayî hev derdikevin holê. Bi taybetî bi wê yekê, ku K. Taha dest ji sîstema vegotinê ya girtî berdide, ew arîşeya guhertina tundûtûjî û windakirinê di nav çîrokeke zelal de eşkere dike.
Pirtûka Xatûn Karosh Taha ya Zaxoyî, Gulîstan, ketiye nav listeya pirtûkên bo xelata pirrtûka Elmanî ya sala 2026an. Ez hêviya serketinê bo Karoshê dixwazim Min ev kurte nivîs li dor pirtûkê nivîsî, pishtî min du caran xwendî:

Şîrove (0)